Atalay gef li girtî û BDP’iyan xwar

Atalay gef li girtî û BDP’iyan xwar

Alîkarê Serokwezîrê Tirk Beşîr Atalay di derbarê çalakiya birçîbûnê ya di roja 58’an de didome îdîakir ku, “ hincetek wê ya mafdar û pratîk tuneye.”Atalay got, ew dê vekirî mudaxele bikin û gef li BDP’iyên gotin dê dest bi çalakiya birçîbûnê bikin jî xwarin.

Alîkarê Serokwezîrê Tirk Beşîr Atalay jî derbarê çalakiya birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ve hatiye destpêkirin û ji aliyê 10 hezar girtiyên siyasî yên Kurd ve tê doman axivî.

Atalay îdîakir ku, ji xwe li ser hincetên daxwazên çalakvanên çalakiya birçîbûnê dixebitin û wiha got; “Hincetek ya mafdar û pratîk ya çalakiya birçîbûnê tune ye.” Atalay got, ew daxwaza perwerdeya bizimanê zikmakî ya girtiyan weke “niyetek baş” nabînin û îdîakir ku, dixwazin xebatên hikumetê rawestînin.

Atalay di berdewama axaftina xwe de got, ew dê mudaxeleyî çalakiya birçîbûnê bikin.

Atalaya diyarkir ku, “Dema ku giha asta xeter dikarin mudaxele bikin. Lê belê hiqûqek wê ya navnetewî jî heye. Ew jî berçav têne girtin û bi awayek balder tên şopandin. Bi zorê birin, tiştek wisan tune ye. Em weke hikumet bi hemû ziraviyên wê ve li ser dirawestin.”

Beşîr Atalay gef li BDP’iyên ku gotin ji bo piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê dibe ew jî tevlî bibin, xwar. Atalay got; “Bila BDP’eyî nekevin çalakiya birçîbûnê. Dê xelet bikin. Li şûna ku bikevin çalakiya birçîbûn û pêşiya pêvajoyê bigirin, bila sûdê bidin xebatên diyalog û siyasî. Bila sûdê bidin çareseriya ji bingehîn.”