Ji Doza Kobanê ku hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamên Desteya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de 108 kes bi hêceta çalakiyên protestoyî yên li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên 6-8'ê Cotmeha 2014'an ên li hemberî Kobanê hatibûn lidarxistin hatin darizandin û ji wan 21 jê girtî ne. Piştî 2 roj betlaneya salona dadgehê 13'emîn rûniştina li Kampusa Girtîgeha Sîncanê di roja 5'an de dewam dike.
Rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê, Serokên Baroya Amed, Mûş, Çewlik, Colemêrg, Şirnex û Rihayê jî beşdarî rûniştina dozê ya li 22'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bûn.
Piştî bêhnvedana nîvro rûniştina dozê bi îfadeyên şahid Engîn Pekyen berdewam kir.
Piştî îfadeya Engîn Peyken ku diyar kir ew siyasetmedaran nas nake, endamê dadgehê îfadeyên şahidên ku tevlê rûniştinê nebûn Felek Alp û Feyzûllah Tûnç ên beriya niha ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hatibûn girtin xwend. Şahidên ku derbarê siyasetmedarên tên darizandin de îfade nedan, derbarê DTK'ê de îfadeyên razber dan.
Piştî xwendina îfadeyên razber ên şahidan, Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata daxwaz kir ku divê pişrî her îfadeyên şahidan mafê axaftinê ji wan re bê dayin û got: “Yek ji şahidan beriya niha di 2012’an de û yê din jî di 2014’an de îfade dabû. DTK yek ji wan saziyên ku civak li ser serdem û pêvajoyê nêrînan dide ye. Her şahidê ku tê derbarê DTK’ê îfade dide. Li Tirkiyeyê saziyên ku bi çareseriya demokratîk bawer in û dikarin fikran pêk bînin hene. Ligel ku gelek sazî hene, danehev û zanebûnek jî heye. DTK yek ji wan e. Abdullah Ocalan bi israr dibêje 'DTK û KCK ji hev cihê ne' DTK xebatên hiqûqî dimeşîne. Ger hûn ê bi gotina kesekê bawer bikin, di vê dozê de baweriyê bi gotinên tawanbaran bînin.”
Akat Ata di dewama axaftina xwe de got: “Afirandina şerê Farqînê provokasyonek bû. Yên ku wê rojê xwestin pêşiya aştiyê bigirin ev yek afirandin. Hêzên veşartî yên ku pêvajo sabote dikirin her tim çalak bûn. Yên ku wê rojê bêçare bûn endamên FETO bûn, niha jî ew in ku ji şahidên veşartî alîkariyê dixwazin. Îro ne pêkan e ku em îlegalîzekirina DTK’yê qebûl bikin. Ger hûn dixwazin li hemberî DTK'ê bibin xwedî nêrîn, hûn ê danûstandinan bikin. Hûn ê li me guhdarî bikin. Hûn ê li gotinên herdu aliyan temaşe bikin.
DARAZEYÊ WEK ENSTRUMAN BIKAR NEYNIN
Kurd tenê ji bo xwe xweseriyê naxwazin. Ji bo hemû gelan dixwaze. Ji ber vê yekê em jê re dibêjin demokrasî, lê ti çalakiyên me yên derqanûnî nînin. Ji ber pêvajoyeke aştiyê ya ku dewlet dizane û tê de ye em tên darizandin. Ev hewldana tolhildanê ye. Demek di saziyên me de biryarên guhdarkirinê hatin girtin, lê nekarîn tiştekî bi dest bixin. Niha hûn hewl didin ku bi guhdarîkirina îtîrafkaran encam bigirin. Em li qada vekirî ne. Bila darazê ji xwe re weke enstruêam bikar neynin.”
Piştî Ata endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Pervîn Odûncû mafê axaftinê girt. Odûncû bal kişande ser şêwazê îfadegirtina li şahidan ya ji aliyê dozgeran kir, xîtabê dozgeran kir û got, “Bi vî awayî hûn îfadeyên şahidên nenas digirin. We nehişt ku em li ser pêbaweriya wan pirsan bikin, lê îro we pirsên vekirî yên şahidan li ser pêbaweriyê pirsî. Ev aliyê we nîşan dide.”
Piştî Odûncû siyasetmedara Kurd Zeynep Olbecî jî diyar kir ku ji ber dengê şahidên veşartî hatine guhertin tiştek fam nekirine lewma ewê piştî çareserkirina wan parastina xwe bikin. Olbecî da zanîn ku bi milyonan îfadeyên derew hene û ev ûsûl û rêbazên heyî mîrateya FETO ye.
Serokê Baroya Mûşê Parêzer Kadîr Karaçelîk di axaftina xwe de bal kişande ser îfadeyên 3 şahidan û ragihand ku her 3 şahid li Mûşê dijiyan û bi xwe pêvajoya her sê şahidan dizane û li ti dozê de derbarê kesên doz li ser wan hatî vekirin îdia nekirine, lê niha di nava paradokseke wiha de ne. Karaçelîk anî ziman ku her tişt bi parvekirina tweetek yê rêveberên partiyeke siyasî ve destpê kir. Karaçelîk îşare bi nêzîkatiyên li hemberî parêzeran kir û got pergala darazê ya li Tirkiyê di refê de dimîne.
Piştre Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel axivî û diyar kir ku ji ber ku ew beşdarî rûniştineke din a roja Îna borî bû, divê destpêkê îfadeyên şahidên veşartî û eşkere bixwînin. Tûncel encamên pêvajoya çareseriyê bi bîr xist û got, “Çi dibe bila bibe, piştî 7’ê Hezîrana 2015’an derbek li demokrasiyê hat xistin. Guhertina rejîmê pêk hat. Çima ew qas êrîşkar in? Nikarîbûn guhertina rejîmê saz bikin. Ji ber vê jî êrîşî HDP’ê dikin.”
HÛN DIXWAZIN 40 MILYON KURDAN JI HEMWELATÎBÛNIYÊ DERXÎNIN?
Tûncel bal kişand ku li Tirkiyeyê bi milyonan Kurd dijîn û wiha pêde çû: "Hûn ê 40 milyon Kurdan çi bikin?" Tuncel got, “Hûn ê wana ji hemwelatîbûnê bê par bikin? Ger hûn nekin, divê hûn çareseriyek peyda bikin. Em jî li ser vê çareseriyê xebitîn. Me behsa xweseriya demokratîk kir. Me pirtûkek li ser vê mijarê diyarî hemû wekîlan kir. Tenê wekîlekî MHP’ê pirtûk radest kir. Ji ber vê yekê me ev tişt neqanûnî nekir. Niha hûn bi şahidên veşartî hewl didin karê me îllegal bikin. Jixwe ez ji dozger re tiştekî nabêjim. Ji ber ku yek gotineke wî ya di berjevendiya me de nîne.”
'MHP WÊ DI BINÊ BENDAVA HILBIJARTINÊ DE BIMÎNE'
Tûncel destnîşan kir ku xebatên rêxistinkirina qanûnî tên terorîzekirin û wiha got: “Rêxistina AKP û MHP’ê xwedî qadeke berfireh a rêxistinbûnê ne. Dema ku ew bikin, qanûnî ye, dema ku em bikin, ew terorîzm e. Ma mafê Kurdan nîne ku ji bo mafên xwe yên rewa xwe birêxistin bikin? Rêxistinbûn wek nan û avê helal e. Ger şerm nekirana wê ji wekîlên me re jî qeyûm tayîn bikin. Ev ne tenê pirsgirêka Kurd e, pirsgirêka tevahiya Tirkiyeyê ye. Şahidên nepenî dibêjin ku me li HDP, DTK û DBP'ê hevdîtin pêk anîn. Li saziyên me yên hiqûqî lidarxistina hevdîtinan qedexe ye? Hûn ji çi bawer dikin, ji Bahçelî? Bawer nekin, MHP wê di binê bendava hilbijartinê de bimîne."
Tûncel her wiha anî ziman ku ew kêmkirina rojekê ya li ser parastinê jî qebûl nake.
'PÊDIVÎ BI DARIZANDINEKE SERBIXWE Û ADIL HEYE'
Piştî navbereke 10 deqeyan rûniştin bi îfadeyên parêzerê Malbata Şenyaşar Bulent Dûran berdewam kir. Dûran anî ziman ku ew doz bi awayekî eşkere şopand û got, “Tişta ku pêwîstiya vî welatî pê heye darazeke serbixwe ye. Divê darazên ku dikarin biryarên adil bidin bên dayîn. Dema ku siyasetmedar siyaseta xwe dikin, qanûn ji bo parastina wê heye. Gelek bersûcan beriya we gotin ku li vî welatî pirsgirêka Kurd heye. Bal kişandin ser girîngiya pêvajoya aştiyê. Piştî vê yekê, piştî pêvajoya ku xistin sarincê, bombe teqiyan. Di dema ku ev teqîn diqewimin, serokwezîrê wê demê Davûtoglû got, "Heta ku xwekuj xwe neteqînin, em nikarin pêşî li wan bigrin." Kesên ku nekarîn pêşî li van mirinan bigirin em nikarin bibin şahidê van dosyayan, lê siyasetmedarên HDP’ê yên aştiyê dixwazin tên darizandin.”
DAXWAZA SERBEST BERDANÊ
Dûran destnîşan kir ku mafên parastinê yên parêzer û siyasetmedaran tên astengkirin û ragihand ku sînordarkirina xweparastinê ji bo rojekê binpêkirina mafan e. Dûran got, “Em weke çavdêr hatin û em li bendê ne ku di vê dosyayê de darizandineke adil bê kirin. Îdiaya we ya sûcê li dijî HDP'ê betal e. Ev dem wê biguhere. Di vê darizandina bê hiqûqî de hevalên me yek bi yek hemû îdîayan red dikin. Hûn jî li gorî qanûnê tevdigerin. Ez ji bo bersûcên ku tenê armanca wan siyaset e, beraatê dixwazim.”
'ÇENDÎN SAL BERIYA BÛYERÊN KOBANÊ ÎFADEYÊN ŞAHIDAN HATINE GIRTIN'
Piştre jî parêzer Ozgur Erol mafê axaftinê girt û diyar kir ku ji bo naveroka îfadeyên şahidan heta niha tiştekî ji bo gotinê tune ye û got, “Her sê îfadeyên hatin xwendin îfadeyên ji derve hatinî ne. Xuya ye heyeta dadgehê îfadeyên şahidan ên di dosyayên ku kirinî yek dosya de dikole. Dîwan û derdorek yê darizandina me ya li vir heye. Ev derdor jî bi îdianameyê ve hatiye sînordarkirin. Hemû beyanên ku we îro xwend di navbera salên 2010-2012 de ne. Ev li derveyî sînor e. Ev îfadeyên çendîn sal beriya bûyerên Kobanê ne.”
ŞAHID JI PERWERDEYA LEŞKERÎ RE HATIYE DERBASKIRIN
Erol da zanîn ku yek ji şahidan di dibistanên FETO de dixwîne û ji mekteba polîsan hatiye birin ku perwerdeya leşkerî bibîne û wiha got: “Ev tîpên wiha carnan dikarin bên û bi heman awayî îfadeyan bidin. Divê hûn van cureyên profesyoneliyê li vê dadgehê weke delîl nexin nava dosyaya dadgehê. Ji ber vê yekê rêbaza 'hat xwendin, li dosyayê hat zêde kirin' ne rast e."
Rûniştina dozê wê sibê berdewam bike.