Artêşa Azad: Fermandara YPG’ê Nûjîn Dêrik dijî

Artêşa Azad: Fermandara YPG’ê Nûjîn Dêrik dijî

Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad ku çend roj beriya niha agahiya înfazkirina Fermandara Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Şaha Elî Evdo (Nûjîn Dêrik) dabû, vê carê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Evdo nehatiye kuştin û dijî.

Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad a Helebê ku çend roj beriya niha li ser bûyerên li Heleb û Efrînê bi heyetek ji ruspiyên Efrînê hevdîtin çêkiribû û agahiya înfazkirinê dabû, daxuyaniyek da û diyar kir ku Fermandara YPG’ê Nujîn Dêrik nehatiye kuştin.

Li ser vê daxuyaniyê rayedarên YPG’ê jî ketin nava liv û tevgerê. Fermandariya YPG’ê diyar kir ku wan li ser vê daxuyaniyê lêkolîn daye destpêkirin ka ev yek rast e yan na.