Alîkarê Serokwezîrê Tirk û Berdevkê hukûmetê Bulent Arinç piştî Lijneya Wezîran daxuyaniyek da û diyar kir ku i bo parastina zimanê zikmakî ya di dadgehan de ji bo Wezareta Dadê ya Tirk ferman hatiye dayin.
Arinç di axaftina xwe de îdîa kir ku tecrîd li ser Ocalan tune ye û got: “Ocalan di bin huqûqa me bi xwe û huqûqa navneteweyî de tê parastin. Ger Abdullah Ocalan bixwaze bi parêzeran re hevdîtin bike, dikare bike.”