Şaxa Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê bi boneya Hefteya Mafê Mirovan li salona konferansê ya Baroya Îzmîrê Tahîr Elçî bibîr anî.
Parêzerên endamê OHD’ê û Baroya Îzmîrê tevlê merasîmê ya bi navê “Bi paşerojê re rû bi rû bûn û xebatên bêcezatiyê” hat lidarxistin bûn. Serokê berê yê Baroya Amedê Parêzer Mehmet Emîn Aktar wek axaftinvan tevlê merasîmê bû û di têkildarê doza Tahîr Elçî li ser siyaseta bêcezatiyê axaftin hate kirin.
Merasîm bi nîşandayina belgesela Saeta Şkestî ya behsa têkoşîn û jiyana Tahîr Elçî dikir hat destpêkirin.
‘TÊ XWESTIN DOZÊ DIRÊJ BIKIN’
Piştî sînevîzyonê Mehmet Emîn Aktar axivî û diyar kir ku Tahîr Elçî di gelek dozên bêcezakirinê de cih girtiye.
Aktar bibîr xist ku di piraniya dozên ku tevlî wan bûye de gef li wî hatiye xwarin û got ku di doza ku piştî kuştina Elçî hat vekirin de dozger ne wek gumanbar, wek şahid guhdarî polîsên ku amade bûn kiriye.
Aktar dirêjî da axaftina xwe û wiha got, "Em hemû dizanin ku Tahîr bi guleya ku ji hundirê wê kolanê hatiye avêtin, hatiye gulebarankirin. Em dizanin ku daraz û dewlet dixwazin dozê tarî û dirêj bikin. Pisporên edlî jî wê demê gotin ku şeklê kuştinê mirinbar bûye. Lê ruxmê wan hemûyan çi bû? Diviyabû bihata girtin lê dîsa nehat girtin."
'EM Ê Lİ DİJÎ SİYASETA BÊCEZATİYÊ TÊBİKOŞÎN’
Aktar her wiha anî ziman ku dozên bi salan hatin dirêjkirin bi dawî nebûne û destnîşan kir ku di doza Elçî de jî tê xwestin ku wisa bikin. Aktar berdwam kir û ragihand, “Dadgehê di rûniştina ewil de doz bi lez birêve bir. Me di rûniştina yekem de ev daxwaz red kir, lê dadgehê di rûniştina duyemîn de hemû daxwaz qebûl kir. Ger di rûniştina ewil de wisa bikira, dibe ku doz bi awayekî din pêşve biçûya. Piştî ku Tahîr hat qetilkirin, wêneyek hatî bidestxistin heye. Helbet tê gotin ku ev wêne çare nîne, lewma me mînakek jê girt û em ê çareser bikin. Di wê wêneyê de em ê bibînin ka kê Tahîr gulebaran kiriye û kê kuştiye. Jixwe em dizanin kê ew kuşt, lê wê zelaltir bibe kê ev kiriye. Divê em li dijî vê polîtîkaya bêcezatiyê têbikoşin. Ger em nikaribin bi hev re têkoşînê bidomînin, em ê nikaribin vê tarîtiyê derxînin holê. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."