Endamê Komîteya Zindanan a PKK'ê Pîro Dersim li ser rewşa li zindanên dewleta Tirk, ku dema dawî hejmara mirovên bi zext û êşkenceyê hatin kuştin zêde bûye, her wiha berxwedana girtiyan ji Radyoya Dengê Welat re nirxand.
Pîro Dersim di destpêka axaftina xwe de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû hevrêyên xwe yên girtî bi rêzdarî û hezkirinê silav kir û di şexsê şehîdên zindanan de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî.
Pîro Dersim anî ziman ku êrîşên faşîzma dewleta Tirk li her derê zêde dibin û hewl dide bi konsepteke êrîşê ya topyekûn encamê bi dest bixe.
'HEWL DIDIN ÎRADEYA ŞOREŞGERAN TESLÎM BIGIRIN'
Pîro Dersim diyar kir ku lingekî vê konsepta êrîşê zindan e û got, "Konsepteke êrîşê ya berfireh e. Konsepteke êrîşê li ser her beşên civakê û qadên têkoşînê ye. Lewma yek ji lingên vê konseptê jî zindan e. Zindan devereke welê ye ku hewl didin kesên li nava civakê yên serî natewînin û têdikoşin, lê kom bikin. Bi vî rengî bi zindanîkirina mirovan hewl tê dayin ku peyamekê bidin civakê. Dixwaze bibêje, 'Eger hûn bixebtin, hûn li ber xwe bidin, li ber me rabin, hingî cihê we zindan e'. Di heman demê de zexteke giran li mirovên zindanîkirî dikin û hewl didin teslîm bigirin. Hewl didin îradeya wan bişikînin. Lewma zext ewqasî giran bûye."
Pîro Dersim bi bîr xist ku rejîma dewleta Tirk li qada şer windahiyên gelekî giran dide û wiha dewam kir, "Hatiye ber hilweşînê. Bi rastî jî ketiye rewşeke welê ku nikare li ser piyan bimîne. Niha her cûre çavkaniyên welêt pêşkêş kirine. Bûye deyndarê her derê. Bi temamî xwe teslîmî hêzên cuda kiriye. Têkoşîna me weke berpirsyarê vê rewşa xwe dibîne, lewma li ser bingeha tolhildanê nêzî hevrêyên me yên girtî dibin."
Pîro Dersim diyar kir ku polîtîkaya dewleta Tirk a li ser zindanê niha bi vî rengî ye û got, "Nêzîkatiyeke welê ye ku dixwaze îradeyê bişikîne, teslîm bigire û tolê hilîne. Lewma li zindanê hiqûq, qanûn, destûra bingehîn, mafên mirovan nîne. Ji xwe derdekî wan ê bi vî rengî jî nîne. Yanî ew hemû hatine betalkirin. Heta dawiyê bi kiryarên kêfî dixwazin encamê bi dest bixin. Dixwazin îradeya mirovan bişikînin, teslîm bigirin. Ji ber ku nikarin vê bikin, hingî dixwazin tolê hilînin."
'ZINDAN KIRINE QADA KUŞTINÊ'
Pîro Dersim destnîşan kir ku rejîma dewleta Tirk zindan kiriye qada êşkencexaneyê û kuştinê û got, "Tesadûfî nîne ku dema dawî ewqas hevalên me şehîd dikevin. Ev yek nîşan dide ku asta êrîşê zêde kirine."
Têkildarî komkujiyên li zindanan Pîro Dersim got, "Hin hevrêyên me bi êşkenceyê yekser qetil kirin. Cenazeyên hin hevalên me yên dema dawî şehîd bûn di çapemeniyê de eşkere kirin. Li ser bedena wan şopa êşkenceyê hebû. Ne ji ber nexweşî yan jî krîza dil şehîd bûn. Yekser êrîşî wan kirin, yekser êşkence lê kirin û hevrêyên me bi vî rengî qetil kirin. Hin hevalên me jî hatin darvekirin. Divê ev yek bê zanîn. Hin hevalên me nexweş in, ji ber şert û mercên zindanîkirinê jiyana xwe ji dest dan. Ev hemû şêweyê qetilkirinê ye. Divê mesele bi vî rengî bê fêhmkirin."
Pîro Dersim bi bîr xist ku li Îranê cezayê îdamê di pratîkê de bi cih tê anîn, lê belê li vî welatî jî bi qasî li Tirkiyeyê salane ewqas girtiyên siyasî nayên qetilkirin.
'LI ZINDANAN KEVNEŞOPIYEKE BERXWEDANÊ YA 40 SALÎ HEYE'
Pîro Dersim işaret bi berxwedana li zindanan jî kir û got, "Kevneşopiyeke berxwedanê heye ku bi 14'ê Tîrmehê re destpê kiriye. Kevneşopiyeke berxwedanê ya ji 40 salî ye. Niha hevrêyên me yên li zindanan vê kevneşopiyê bi rengekî hêja temsîl dikin. Yanî li hemberî nêzîkatiyên faşîzma AKP-MHP'ê yên ji bo şikandina îradeyê, berxwedaneke cidî heye. Lê belê divê rê û rêbazên rast ên berxwedanê bêne peydakirin. Di vir de jî nêzîkatiyên ku di pratîkê de têne ferzkirin qebûl nake, bê nîşandan. Ji ber ku dijmin her roj tiştekî ferz dike. Eger em li hemberî her yekê ji wan timî bikevin greva birçîbûnê, rojiya mirinê, ev yek wê bi dilê dijmin be. Dijmin ji xwe dixwaze rewşeke bi vî rengî biafirîne. Divê hevalên me bi temamî giraniyê bide ser têkoşînê. Divê zanibin ku parçeyek ji têkoşîna giştî ne."
Pîro Dersim destnîşan kir ku li çiyê çawa gerîla li ber xwe dide, li zindanan jî hevrêyên wan li ber xwe didin û got, "Çawa ku li bajaran gelê me li ber xwe dide, li zindanan jî hevrêyên me li ber xwe didin. Dijmin konsepteke êrîşê ya topyekûn li her derê bi cih tîne. Li hemberî vê yekê hevalên me qada ku lê ne divê ji xwe re bikin qada têkoşîn û berxwedanê. Ji bo têkoşînê bi ser bixînin, divê berxwedanê weke tevkariyeke mezin bibînin û xwe di vê mijarê de tevlî bikin."
'DIVÊ PIŞTGIRÎ JI BERXWEDANA LI ZINDANAN RE BÊ DAYIN'
Pîro Dersim girîngiya xwedîderketina li berxwedana li zindanan bi bîr xist û got, "Belê li zindanan hevrêyên me di nava berxwedaneke mezin de ne. Hevrêyên me polîtîkayên faşîzma AKP-MHP'ê yên li ser zindanan di asteke girîng de têk dibin."
Pîro Dersim destnîşan kir ku divê ji derve jî piştgirî ji berxwedana hevrêyên wan re bê dyain û got, "Eger em ji derve piştgiriyê nedin hingî wê zext, komkujî, kiryarên kefî yên li ser van hevrêyên me zêdetir bibin, kûrtir bibin. Lewma li derve berpirsyariyên girîng dikevin ser milê me hemûyan. Ya rast, li derve xwedîderketina li berxwedana li zindanê tê wateya berxwedana li dijî AKP-MHP'ê. Li dijî kiryar, polîtîka û siyaseta qirkirinê ya faşîzma AKP-MHP'ê şêweyekî berxwedanê ye. Lewma divê mijar bi hevgirtî bê nirxandin. Nêzîkatiyek li ser mexdûriyeta hevalên me yên li zindanan divê neyê nîşandan. Hevalên me yên li zindanan li ber xwe didin. Divê em wê berxwedana wan ji xwe re bikin bingeh û li dora wê berxwedanê li hev kom bibin, xwe xurt bikin û encamê werbigirin."
Pîro Dersim bang li rewşenbîr, demokrat, mirovên welatparêz kir ku li dora berxwedêrên zindanan bicivin û got, "Tenê bi berxwedan û têkoşîna civakî em dikarin faşîzma AKP-MHP'ê têk bibin."