AKP dest bi şopandina nexweşan kir
AKP dest bi şopandina nexweşan kir
AKP dest bi şopandina nexweşan kir
Hikûmeta AKP’ê bi qanûna torbeyê ku anî rojeva Meclîsê têkildarî nexweşan bê ku destûra wan bê girtin komkirin û qeydkirina agahiyên der barê wan de tevî ku hîn di Meclîsê de derbas nebûye Wezareta Tenduristiyê ji rêxistinên xwe re broşurên ji bo şopandin û qeydkirinê şand.
Li gorî agahiyên rojnameya Cumhuriyet, xala 47’emîn a biryarnameya bi hejmar 663 ya di hukmê qanûnê de ku ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve berê hatibû betalkirin wê bê rojeva Meclîsê. Li gorî qanûna “Bê ku destûr û rizaya nexweşan bê girtin komkirin, qeydkirin û belavkirina agahiyên şexsî yên nexweşan” wezaret di tevayî saziyên civakî û yên tenduristiyê yên taybet de agahiyên der barê nexweşan û xizmetên ji wan kesan re hatine kirin bi her cureyî wê xwedî erk be ku “kom bike, qeyd bike û parve bike”.
Lê belê Wezareta Tenduristiyê bê ku li bendê be qanûn li Meclîsê were erêkirin ket nav tevgerê. Şêwirmendiya Huqûqê ya Wezaretê di pêveka giştînameyê ya 4’ê Tîrmehê de “Broşura Muduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr-Plansaziya çavkaniyên mirovan a Bajêr”weşand.
Têkildarî mijarê Yekîtiya Tabîbên Tirk ku daxuyaniyek da destnîşan kir ku broşur hîn xala qanûnê di Meclîsê de nehatiye nîqaşkirin hatiye derxistin û wiha berdewam kir: “Em bawer in îhlalkirina Meclîsê, biçûkxistina Serokkomariyê ji bo wan ne pirsgirêk e. Em wek Yekîtiya Tabîban dixwazin niha zanibin: tevayî wekîlên ku di bin banê Meclîsê de berpirsiyartiya gel girtine ser milên xwe wê xespa rayeyê bikin pirsgirêk?”