Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ji bo destpêkirina pêvajoya hiqûqî û qanûnî çi ji dest kê tê divê bike

Akkulu yê leşkeran birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da

Akkulu yê leşkeran birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da

Abdullah Akkulu (19) ê di meha Hezîranê de li gundê Bîryas ê girêdayî Licê di xwepêşandana şermezarkirina qereqolê de ji aliyê leşkeran ve hatibû birîndarkirin û 3 meh in û di beşa lezgîn de tedawî didît jiyana xwe ji dest da.

Ciwanê bi navê Abdullah Akkulu yê 19 salî ku di 8’ê Hezîranê de li gundê Bîryas ê girêdayî Licê ya Amedê di çalakiya şermezarkirina çêkirina qereqol û qeleqolan de ji aliyê leşkeran ve hatibû birîndarkirin, li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcle ku sê meh in tedawî didît jiyana xwe ji dest da.

Akkulu yê ji ber guleyan ji navtengê jêr ve felç bibû, ji 8’ê Hezîranê heta niha ku di beşa lezgîn de tedawî didît jiyana xwe ji dest da.

Di heman êrîşê de Ramazan Baran û Bakî Akdemîr jî jiyana xwe ji dest dabûn.