Ahmet Turk: Yê ku divê bê darizandin Erdogan bi xwe ye

Ahmet Turk: Yê ku divê bê darizandin Erdogan bi xwe ye

Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk bersiv da daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ên derbarê wêneyê xwarina yê beriya 3,5 mehan li Mêrdînê hatibû kişandin. Turk got; “Dûriya wî xirab bûye.” Turk Erdogan şiband “wesayita kaportaya wê parçe bûye, motora wê xirab bûye û tenê dîreksyon maye”.

Hevserokê KCD’ê û Parlementerê Mêrdînê Ahmet Turk di Lijneya Giştî ya Meclîsê de axivî û got; “Ev çend roj in bûyerek a me ya kebabên goştê berxikan heye ku Serokwezîr behsa wê dike. Koma 17’ê tîrmehê li Mêrdînê biryara civînekê da. Min wê êvar ji bo xwarinê vexwend gundê me. Me xwarin xar. Di wê demê de greva birçîbûnê tune bû. Tiştek tune ye. Mêvanên min bûn. Îro jî tiştek wiha erzan tîne rojeva Tirkiyeyê, bi rastî jî ev yek li Serokwezîr nayê.”

Ahmet Turk bal kişand ser daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ên li ser grevên birçîbûnê û got: “Serokwezîr li aliyekê me weke berpirsê grevên birçîbûnê nîşandibe. Li aliyek din jî dibêje ku tu kes di grevê birçîbûnê de ne. Ez li vir dikevin gumanan. Gelo rewşa derûnî (psîkolojî) çi ye?”

ŞIBAND III. GEORGE

Turk, mînaka Qral III.. George yê Înglîstanê da û Erdogan şiband wî. Turk got: “III. George, gava dîn bibû, wê demê jî fermanê dida burokrasiyê û wezîran. Gava ku li Hyde Parkê darek şiband Serokê Prûsyayê û hembêz kir. Wê demê êdî zanîn ku dîn bûye û ji wezîfeyê hat girtin.”

KAPORTA PARÇE BÛYE, MOTOR XIRABÛYE, TENÊ DÎRESYON MAYE

Zilamek qeza dike. Patronê wî dipirse, çi bûye? Dibêje ‘tenê çend amûr’. Dibêje şaseyek bişînin, karburatorekbişînin, motorek bişînin, kaportayek bişînin. Şaseya Birêz Serokezîr çemiyaye, kaportaya wî parçe bûye, motor naxebite, tenê di destê wî de dîreksyon maye. Bi ya min divê yê ku îro were darizandin û yê ku bersiva pirsan bide Birêz Serokwezîr bi xwe ye. Mirinan teşwîqdike û tişta ku hişt ev rewş were vê derê helwesta Birêz Serokwezîr e.”