Agahî ji girtiyê ku xwe şewitandiye nayê stendin

Li Girtîgeha Ewlehiya Zêde ya Eregliya Konyayê ji bo protestokirina tecrîda giran girtiyê bi navê Yakûp Brûkanli xwe şewitandibû. Çar hefte ne, agahî ji Brûkanlî nayê stendin.

Yakûp Brûkanli jî tevlî greva birçîbûnê bûbû. 40 girtiyan ji bo protestokirina binpêkirinên mafên mirovan û tecrîda giran di 4’ê Cotmehê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn.

Yakûp Brûkanli yê ji Rojhilat di 28’ê Cotmehê de xwe şewitandibû.

Ajansa Mezopoyamyayê bi rêya telefonê xwe gihand malbata Brûkanli. Malbatê diyar kir 4 hefte ne, ew nikarin bi telefonê re bi Brûkanli re biaxivin.

Li gorî nûçeyê birayê wî Abdullah Brûkanli gotiye “4 hefte ne, em agahiyan ji Yakûp nastînin. Ji ber ku li Tirkiyeyê di girtîgehê de ye jixwe em nikarin biçin serdana wî. Ji ber ku em li derveyî welat in em nikarin telefonî girtîgehê bikin. Hevalekî birayê min carinan diçû serdana wî. Dema ku hevalê birayê min telefonî girtîgehê dike, agahiyan nadin wî jî.”

Hate diyarkirin wê parêzer vê Înê biçin serdana girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Zêde ya Eregliyê.