Bi hezaran kes tev li mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn. Qada mîtîngê bi alayên partiyê hat xemilandin û li qadê tim dirûşmeyên "girtiyên siyasî rûmeta me ne", "jin, jiyan, azadî" û "berxwedan jiyan e" hatin berzkirin. Çendî polîsan bi pergala deng xwest dest tê werde jî, bi hezaran kesî bi dirûşmeyan bal kişand ser tecrîdê.
Di mîtîngê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivîn.
Ûçarê bi Kirmanckî axivî û ewilê silav li gel kir.
‘ARMANCA BI AŞTIYÊ JIYANEKE BI RÛMET E’
Ûçarê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir û got: "Bila keda we bibe sedema aştiyeke birmûet. Aştî tenê ne ji bo bidawîkirina mirinan e, di heman demê de Bİrûmetkirina jiyanê ye jî. Avakirina siberojeke azad e. Her wiha aştî ne peymanên ku li ser maseyan tên îmzekirin. Jiyana wekhev û azad a hemû zimanên zikmakî, azadî û nasnameyan e. Aştî pirbawerî ye. Bila tu kes aştiyê di nasnameyekê de asê neke."
'BI BERXWEDANÊ VÎNA ME YA JI BO AŞTIYÊ ZINDÎ DIBE'
Ûçarê diyar kir ku vê cîhanê du şerên cîhanê yên mezin dîtine û wiha pê de çû: "Ê cîhanê bi rê ve dibe şerê pîşesaziyê ye. Em mirovên wê erdnîgariyê ne ku herî zêde bi aştî û şer dizanin. Tenê tiştên qirêj ên dewletê û rêvebirên şer hebûn; asîmîlekirina Kurdan. Sed sal in Kurdan bi tenê dihêlin. Lê Kurd li dijî vê bi berxwedaneke bi sed salan tevgeriya û bersiv da. Ev berxwedan vîna me ya aştiyê zindî dike."
Ûçarê bi lêv kir ku bila ev roj bibe diyarî ji bo Dayikên Aştiyê yên li Colemêrgê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan û got ku ev ne qezaya trafîkê ye, kuştin e.
‘DEWLET BI TENÊ BI TECRÎDÊ DIZANE’
Ûçarê bi dewamdarî bal bir ser krîzên li Tirkiyeyê û got: "Mirov ji bêgaviyê xwe dikujin. Desthilat li ber siya şer hewil dide mirovan qanih bike ku aştî utopya ye. Lê wê têkoşîna me ji bo avakirina aştiyeke mayînde û birûmet bidome. Li vî welatî astengiya herî mezin a li ber wekheviyan neçareserkirina meseleya Kurd e. Ger projeyeke we ya çareseriyê nîn be, divê hûn ji yên zana bipirsin. Birêz Abdullah Ocalan dibêje: ‘'Derfetê bidin min ez ê di hefteyekê de çareser bikim.’' Lê aqilê dewletê li hember aştiyê tenê bi tecrîdê dizane. Di şexsê birêz Ocalan de hewil didin tevahiya gelê Kurd tecrîd bikin, lê bi ser neketin û wê bi ser nekevin."
Ûçarê destnîşan kir ku ew ê bi bibin yek û aştiyê bi destên xwe çêbikin.
Mîtîng bi stranên hunermend Xecê dewam kir.