Midûrê Perwerdehiyê yê Wanê Hasan Tevkeyê AKP’î ku nelirêtiyên wî eşkere bûye, bi çekan serdena dibistanan dike û di aliyê exlaqî de gelek pirsgirêkên wî hene. Tevî hemû bertekan bi piştgiriya şêwirmenda Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan Gulşen Orhan û Serokê AKP’a Wanê Kayhan Turkmenoglû li sûcên xwe dewam dike. Hat zaîn ku Tevke ji Antalyayê ye û demekê li Ocaxên Îdeal a faşîst kar kiriye. Li Wanê ku 5 salan lê kar kiriye, torpîl ji hemwelatiyên xwe yên Antaliyî re çêdikir û ji ber zext û zordariya wî mamosteyekê hewl daye xwe bikuje.
Nelirêtî û sûcên ku Tevke kirî di mehên borî de car car, diket rojevê. Hat zanîn ku Walîtiya Wanê ji ber nelirêtiyê derbarê Tevke de lêpirsîna îdarî daye destpêkirin. Her wiha Wezareta Perwerdeyê jî têkildarî mijarê, du mufetîş erkdar kir. Piştî van geşedanan, dihat fikirîn ku wê Tevke ji peywirê bê girtin, lê heta niha li ser karê xwe ye. Şêwirmenda Erdogan Gulşen Orhan û Serokê AKP’ê yê Wanê Kayhan Turkmenoglû, serdana Waliyê Wanê-Qeyûm Ozan Balci kirin. Piştî vê serdanê Hasan Tevke, li ser peywira xwe dewam dike. Hasan Tevke ku ji aliyê AKP’ê ve bi awayekî nemerdane tê parastin, piştre bi gotina “Rêxistina terorê ya ez pê re têdikoşin, îftîra avêt min” xwe parast.
MAMOSTE Û WELÎ KETIN NAV TEVGERÊ
Piştî van tiştên ku Tevke kirî û li ser piştgirî dayîna AKP’ê û tu ceza jê re nehat dayîn, hin mamoste û weliyên xwendekaran ên mexdûrên Tevke, ketin nava tevgerê. Welatî û mamosteyan bi daxwaznameyên ji Wezareta Perwerdeyê re şandin giliyê Tevke kirin û xwestin ku Tevke ji ber sûcên xwe yên “Sixtekariya li ewraqê, nêzîkatiya ne li gorî peywira xwe û peywira xwe xirab bi kar aniye” bê cezakirin.
Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku Tevke bi torpîlê kesên ji Antaliyê dike mamoste û wiha hate gotin: “Mamoste T.K ku di ‘Dibistana Seretayî’ de dixebite, bi hinceta ewlehiya canê wî tuneye li Dibistana Seretayî ya Kalecîk a navenda Wanê bi cih kiriye. Bi vê biryara sixte re, em nizanin bê ewlehiya canê wî çawa tuneye. Lê bi awayekî rehetî dikare li kolanên Wanê bigere. Hasan Tevke di lojmanên li dimîne de ji mamosteyê bi navê T.K’ê re xaniyeke taybet amade kir.”
BI ÇEKÊ DIÇE DIBISTANAN!
Di daxwaznameyê de hat daxuyandin ku Tevke bi çekên pompeyî serdana dibistanan dike û wiha hate gotin: “Gelo ma tiştek baş e ku Hasan Tevke her car bi çeka li ber milê xwe û çekên pompeyî yên di wesayîta xwe de, serdana dibistanan bike? Ma dibe ku Midûrê Perwerdeyê mîna çeteyan serdana dibistanan bike?”
MAMOSTEYEK BER BI XWEKUJIYÊ VE BIR
Di daxwaznameyê de bal hat kişandin ku Tevke li ser mamosteyan zextê jî pêk tîne û ev tişt hatin gotin: “Hasan Tevke ji bo ku hemwelatiyên xwe yên Antaliyê bîne Navenda Wanê, lîsteyek a di dema Waliyê berê Mûrat Zorlûgû de daye karmendê xwe. Karmendek bi navê M.S.G ev lîste amade kir. Piştî karmend bi rêzê ve midûrê şaxê, midûrê bajêr û alîkarê Walî ev lîste îmze kir, çû pêşiya Waliyê Wanê Mûrat Zorlûgû. Walî Zorlûgû jî fermana ‘mamosteyê bi peyman nikare bê erkdarkirin û telîmat da ku kesên peywendîdar ji kar bên dûrxistin’ da. Li ser vê yekê Midûrê Perwerdeyê yê Milî Hasan Tevke Personelê Perwerdeya Milî yê bi navê M.S.G ji kar dûr xist. Piştre vî karmendî hewl da ku xwe li çiyayê Erekê bikuje. M.S.G ji hêla polîsan ve bi awayekî destên wî teqiyane hat dîtin. Li ser vê dîsa hat ser peywira xwe.”
SERDANA ALÎGIRAN
Tevke yê ku ev sûc hemû kirine, bênavber serdana navenda giştî ya MUSÎAD û TUGVA’yê dike û ev serdan bal dikêşin. Ev jî pirsa ku Tevke çima û çawa tê parastin, tîne hişê mirov.
Piştî agahiyên nelirêtiyê yên derbarê wî de, Serokê Weqfa Malbatên Şehîdan û Gaziyan a Tirkiyeyê yê Wanê, Serokê Partiya Tevgera Milî û Serokê Wanê yê MUSÎAD û gelek nûnerên STK’ê yên alîgirê desthilatdariyê, bi mebesta piştgirîdayîna Tevke, serdana wî kirin.