Şehîdên Şengalê li Moskowayê hatin bîranîn

Bi wesîleya sêyemîn salvegera komkujiya li Şengalê ya 3'ê Tebaxa 2014'an, li paytexta Rûsya Moskowayê civînek hate lidarxistin.

Kongreya Êzidiyan li Rûsyayê û Saziya Êzidiyên li Moskowayê (Êzdîxan), ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya Şengalê civînek lidar xistin.

Civîn li salona Lûnaçerskî ya li paytext Moskowayê pêk hat û tevî nûnerên saziyên Kurdan ên li Rûsyayê, Parlamenterê Partiya Komunîst a Rûsyayê Dmîtriy Zakharov, Nûnerê PYD'ê yê li Rûsyayê Abdulselam Alî û gelek dostên Kurdan amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, li ser komkujiya Şengalê û berxwedana Şengalê sînevîzyon hate nîşandan. Piştre li ser wate û girîngiya rojê axaftin hatin kirin.

Di civînê de li ber bilûra Minazimê Îsko û Ferman Patiyev, helbest li ber komkujî û berxwedana Şengalê hatin xwendin.