Îran: 10 jê li derveyî welat, me 27 endamên DAIŞ'ê girt

Hat ragihandin, 27 kesên ku tê îdîakirin pêwendiya wan bi çeteyên DAIŞ'ê re hene û plan dikirin li Îranê êrîşê bikin, hatine girtin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Enformasyonê ya Îranê, bi saya karê yekîneyên îstîxbaratê, komek ser bi çeteyên DAIŞ'ê hatiye eşkerekirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ev kesên navborî xwe amade dikirin li bajarên ji aliyê olî ve girîngiya xwe hene, êrîşên terorîstî bikin.

10 KES LI DERVEYÎ ÎRANÊ HATIN GIRTIN

Wezaretê diyar kir, 10 ji 27 kesên ser bi DAIŞ'ê ve, li derveyî Îranê hatine girtin û wiha dewam kir: "10 ji 27 gumanbaran, bi saya parvekirina îstîxbaratê bi yek ji servîsên îstîxbaratê yên li herêmê re, li derveyî Îranê hatine girtin."

Lê di daxuyaniyê de nehat eşkerkirin ku welatê herêmê yê navborî kîjan welat e. Hat îdîakirin, ku van kesan dixwestin çek û cebilxaneyê bixin nava Îranê.

DAIŞ'ê roja 7'ê Hezîranê li hemberî gora lîderê berê yê olî yê Îranê Ayetûllah Hûmeynî û parlamentê êrîş kiribû û di encamê de 17 kes miribûn. Îranê jî weke bersiv ji vê êrîşê re, fuze avêtibû baregeheke DAIŞ'ê ya li Sûriyeyê.