Însiyatîfa Zarokên Agir li gelek bajaran çalakî kir
Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê ragihand ku li metropolên Tirkiyeyê çalakî lidar xistiye.
Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê ragihand ku li metropolên Tirkiyeyê çalakî lidar xistiye.
Di daxuyaniya însiyatîfê de hate ragihandin ku heta dagirkeriya Tirk ji Kurdistanê bê avêtin wê çalakiyên xwe dewam bikin û hişyarî da hêz û derdorên ku li ser xwîna Kurdan pere qezenç dikin.
Însiyatîfê çalakiya 28'ê Nîsanê ya li febrîqeya Bambî Mobîlya ya li navçeya Luleburgaz a li Kirklareliyê li xwe girt.
Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên din ev agahî hatin dayin:
"28'ê Nîsana 2022'an li navçeya Osmangazî ya Bûrsayê xurdeyên dijminên Kurdan,
26'ê Nîsana 2022'an li Kagithane ya Stenbolê wesayiteke faşîstekî,
22'ê Nîsana 2022'an il Bûrsayê wesayiteke kesekî AKP'î,
26'ê Nîsana 2022'an li navçeya Taşkopru ya Kastamonûyê li qada Alatarla wesayita kesekî MHP'î,
27'ê Nîsana 2022'an li navçeya Osmangazî ya Bûrsayê wesayita kesekî AKP'î hatin şewitandin."