Însiyatîfa Zarokên Agir ji bo Şengalê çalakî kir
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku ji bo bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê bide, febrîqeyek, tankeke sotemeniyê û yatek şewitandine
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku ji bo bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê bide, febrîqeyek, tankeke sotemeniyê û yatek şewitandine
Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê got, "Merwan Bedel ku li Şengalê li dijî êrişên DAÎŞ'ê li refên herî pêş şer kir, ji bo hilanîna tola bi dehan Êzidiyên hatin revandin û hatin qetilkirin bi dil û can li ber xwe da û ked da, ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin. Weke şopdarên neslekî serî natewîne û teslîm nabe, em ê hesabê komkujiyên ku dewleta Tirk a faşîst li Kurdistanê kiriye yek bi yek bipirsin."
Li gorî daxuyaniyê 12'ê Kanûnê li navçeya Esenyûrt a Stenbolê Febrîqeya Plastîk a Duzsan a AKP'iyekî, li navçeya Umraniyeyê tankeke sotmeniyê ya fîrmaya lojîstîkê ya kesekî AKP'î û li Bûrsayê jî yateke kesekî MHP'î hatine şewitandin.