Însiyatîfa Zarokên Agir 13 wesayit şewitandin

Însiyatîfa Zarokên Agir 2 jê mîdîbusên şaredariya Antakyayê li bajarên cuda 13 wesayit şewitandin.

Însiyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku wê hesabê zilma li dijî Kurdan timî bipirsin û ragihand ku li Hatay, Stenbol û Îzmîrê gelek wesayit şewitandine.

Li gorî daxuyaniyê;

"4'ê Hezîranê li navçeya Antakyayê ya Hatayê 2 mîdîbusên şaredariyê û qemyonetek,

1'ê Hezîranê jî li navçeya Umraniye ya Stenbolê 9 wesayitên 'dijminê Kurdan' û heman rojê li navçeya Guzelbahçe ya Îzmîrê jî wesayiteke 'Kesekî AKP'î hatin şewitandin."