Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî: Divê cîhan êdî ji xewa xwe şiyar bibe

Însîyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha bang kir: "Divê cîhan li hemberî tecrîdê êdî ji xewa xwe şiyar bibe."

Însîyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bi daxuyaniyekê 4'ê Nîsanê weke "roja vejîna neteweyî û yekîtiya gelan" bi nav kir.

Înîsiyatîfê da xuyakirin ku Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe gelê Kurd ji bindestiyê û windabûnê rizgar kiriye û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd ji ber ku ne tenê ji bo gelê xwe ji bo hemû mirovahiyê xizmet kiriye, ji rêberên din cudatir e.

Înîsiyatîfê da zanîn ku Abdullah Ocalan bi ronîkirina rêya mirovahiyê ku di serdema herî dijwar û krîzê de derbas dibe, fikra modernîteya demokratîk derxistiye holê û mirovahiyê ji tarîtiyê rizgar kiriye.

Însiyatîf anî ziman ku di encama vê berxwdanê de dewleta Tirk Abdullah Ocalan dîl girt, ji mafê azadiyê bê par hişt û tecrîdeke giran lê ferz kir û hate gotin tevî wê jî Rêberê Gelê Kurd berxwedana xwe ya dîrokî kir.

Di dawiyê de însiyatîfê got: “Tevî tecrîdê ku ji bo fikrê Rêber Abdullah Ocalan negihêje cîhanê hatiye ferzkirin, lê divê cîhan hêdî hêdî ji xewê şiyar be. Xwedî li vî fikrî bê hempa û peyamên wî yên demokrasiyê, aştiyê û biratiya gelan derkeve. Bêguman, gelê Kurd ê ku azadî, hebûn û aramiya xwe di jiyan û hebûna Rêber Abdullah Ocalan de dîtiye, di pîrozbahiya Newroza îsal de li Kurdistanê û seranserî cîhanê, piştgiriya xwe bi Rêberê xwe re rave kir û soz da ku heta dawiyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê berdewam bike.”