ÎHD’ê nobeta ‘ji ramanên siyasî re azadî’ da destpêkirin
Şaxa ÎHD’ê ya Adiyamanê serdana Rêxistina HDP’ê ya Adiyamanê kir ji bo balê bikişîne ser doza girtina HDP’ê nobeta ‘ji ramanên siyasî re azadî’ lidarxist.
Şaxa ÎHD’ê ya Adiyamanê serdana Rêxistina HDP’ê ya Adiyamanê kir ji bo balê bikişîne ser doza girtina HDP’ê nobeta ‘ji ramanên siyasî re azadî’ lidarxist.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Adiyamanê di çarçoveya çalakiya “Ji ramanên siyasî re azadî" ya bi boneya 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan lidarxistî de çû serdana Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Adiyamanê.
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Îzzet Karadag, Riza Bîlgîç û rêveberên partiyê, şandeya ÎHD’ê ku di nav de Endamê desteya Giştî ya ÎHD'ê Bulent Temel jî hebû pêşwazî kirin.
Endamê Desteya Rêveber a Navendî yê ÎHD'ê Bulent Temel diyar kir ku sedema serdana wan nîşandayina bertek li hemberî êrîşên li ser HDP'ê ku zêde bûne ye û got, "Tu yê bêjî qey ew hemû zextên li ser HDP'ê têr nakin, tevî temînatên berê yên Serokkomarê welat daxwaza girtina HDP'ê tê kirin. Têkildarê vê rewşê em jî wisa difikirin ku bêtehamuliya li hemberî ramanên siyasî ye.”
Temel bal kişande ser nêzîkatiya "Azadî ji ramanên siyasî re" ya li şûna zimanê siyasetê ku bi hev dixe, parçe dike û bi nakok dike û got, "Di serî de ew bi xwe ku bûne mexdûrên qedexeyên siyasî, partiyên siyasî yên ji kevneşopiya raya netewî hatine, rêxistinên civaka sivîl, parêzvanên mafên mirovan û hemû pêkhateyên civakê, pêwîste li dijî zextên li hemberî HDP’ê û girtina wê; bi feraseta azadiya ramanên siyasî helwesteke hevpar nîşan bidin.”
Şandeya ÎHD'ê li avahiya HDP'ê ji bo balê bikişîne ser doza ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ve ji bo girtina HDP'ê hatiye vekirin, wê saet di navbera 20.00 û 23.00'an de "Nobeta ji ramanên siyasî re azadî" bigire.