‘Ên ketine hewila bêzarkirina me wê têk biçin‘

OHD û Rêxistina Wanê ya HDP’ê bertek nîşanê operasyonên qirkirina siyasî dan.

OHD û Rêxistina HDP’a Wanê bertek nîşanî operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî HDK'ê, HDP'ê û GOÇÎZDER'ê da.

STENBOL

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê, di der barê destgîrkirinê li dijî endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Çavdêriya Koçê (GOÇÎZDER) hatine kirin de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

OHD’ê di daxuyaniya xwe de bertek nîşanî serdegirtin û destgîrkirinan da û wiha got: "Gelek siyasetmedar û endamên Rêxistinên Saziyên Sivîl (STO), di encama girtina bi ser malan de hatine destgîrkirin. Bêyî ku agahiya rêveberên saziyan hebe, bi awayekî nehiqûqî lêgerîn di saziyên wan de hatiye kirin. Di encama operasyona dawîn a qirkirina siyasî de di girtina bi ser malan de, endamên komeleya me Prz. Pinar Konak li Stenbolê, Prz. Abdûrrahman Ozturk jî li Edîrneyê hatine destgîrkirin." 

OHD'ê da zanîn ku di der barê lêpirsînê de biryara veşartinê hatiye dayîn, tu agahî bi wan re nehatine parvekirin û hevdîtina parêzeran hatiye sînordarkirin. OHD'ê diyar kir ku agahiyên lêpirsînê bi medyaya hawizê re hatine parvekirin û wiha got: "Em bi tu awayî van operasyonên qirkirina siyasî û destgîrkirinan wek ‘kirariyek edlî‘ nabînin, wek sekerata deshilatdariya AKP'ê û MHP'ê ya ku rewatiya xwe wenda kiriye û li ber mirinê ye dibînin. Em xwe ker nakin, em natirsin."

WAN

Li Wanê jî operasyonên qirkirina siyasî hate şermerzarkirin. Gelek kes tev li daxuyaniya di avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê de bûn.

Hevserokê HDP’ê yê Wanê Karakoyûn ragihand ku li Wanê gelek kes hatine destgîrkirin û wiha got: “Di operasyonên qirkirina siyasî yên bi awayekî sîstematîk ên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê yên berpêyî partiya me de xeternaktir kirine. Di girtina bi ser mala berdevkê komîsyona me Omer Işik de li korîdora mala wî gule berdane. Ên ev yek kirine ji bo tu delîlî li pey xwe nehêlin dema derketina ji malê navika guleyê hilanîne û hevalê me jî destgîr kirin û çûne.“

Karakoyûnê derbirî ku çi jî bihê kirin ew dev ji têkoşîna xwe bernadin wiha axivî: “Em ji ya xwe nahên xwarê, em ê li têkoşîna xwe ya siyasî dewam bikin. Em bi zext û operasyonên we bêzar nabin. Me yên berê çawa têk biribin em ê we jî têk bibin û bi ser bikevin.“

Hevserokê Bajêr Fîkret Dogan jî diyar kir ku ew ê di der barê berdana guleyê di nava mala rêvebirê partiya xwe Omer Işik de serîlêdana sûc bikin û wiha pê de çû: ‘’Em li hember van operasyonên qirkirinê yên siyasî kesek jî bimînin em ê li têkoşîna xwe dewam bikin. Armanca wan birîna ji hev û din a têkiliya gel û partiyê ye. En ketine hewila bêzar kirina me wê têk biçin.“ 

Her wiha hat zanîn ku beriya operasyonê polîsan ji keya û kesekî li hember avahiya HDK’ê dimîne xwestiye bibin şahid. Di dema lêgerînê de polîsan dest daye ser qeydên kamerayê yên avahiya navenda giştî û alav û amûrên Fîgen Yuksekdagê şandine ji bo bibin mala wê.

Polîsan dest da ser 4 kompîturên HDK’ê û tevî ku zirar dane tiştên di hundirê avahiyê de bi şahidan belge dane îmze kirin ku wan tu zirar nedaye.