Alîgir û zêrevanên Serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan 21’ê Îlonê êrîş birin ser çalakgerên ku dema li New Yorkê ew diaxivî, Erdogan protesto kirin.
Di nav çalakgeran de Amerîkî, dildarên YPG’ê yên Amerîkî û çalakgerên Kurd jî hebûn.
Çalakgerên ku ji ANF’ê re axivîn gotin, ‘’Li vir bi mebesta ku em hebûna Erdogan a li DYA’yê bidin ber pirsan û nerazîbûna xwe diyar bikin û sûcê şer ê Erdogan ê li ser Kurdan li ber civaka Amerîkî hişkere bikin em civiyan. Di dema axaftinê de em rabûne ser piyan, heta ku em zorê derxistin me dirûşm berz kirin.’’
CHAPMAN: DINYA ERDOGAN REXNE DIKE
Dildarê YPG’ê Lucas Chapman got: Erdogan ê ku sûcdarê qirkirinê ye, li welatê xwe ji ber ku dengê muxalefetê biriye dibe ku jê weye ku jê hez dikin. Lê yên ku axaftina wî birîn dizanin ku dinya wî rexne dike û dixwestin ku bizanibe ku ew rastiya li pişt îmaja wî ya ku bi putepêdanî çêdike dibînin. Pir kêm mirov naveroka axaftina Erdogan dizanin, ya ku di bîrê de mayî tenê ew rastî bûn ku çalalgeran destnîşan kirin.’’
BODETTE: JIN DIKARIN PÊŞÎ LI DÎKTATORIYÊ BIGIRIN
Çalakgereke dî Meghan Bodette got: ‘’Piştî ku Lucas hate derxistin ez jî weke wî li ser kursiyê xwe rabûm û min alaya YPJ’ê vekir. Ji ber ku ez dizanim dîktatoriya Erdogan, faşîzma wî ji hêlekê ve xwe li ser çewisandina jinan ava dike, dema ku Bakur û Rojava li dijî êrîşkariya Tirk û DAIŞ’ê li ber xwe dida û bi hurmeta ku wêrekiya ji bo avakirina civakeke nû û wekhev, min pêdivî pê dît ku rakirina vê sembolê ya li dijî axaftina Erdogan protestoyeke karîger û hewce ye. Weke Ocalan nivîsî, ‘’şoreşa jinê, şoreşa di nav şoreşê de ye.’’ Her dema ku em faşîzmê şermezar dikin divê mirov berxwedana jinan rûmetdar bike û teşwîq bike, ji ber ku têkoşîna xweserî û azadiyê ya jinan wê civakan biguherîne û wê şertên ku dîktatorî û zext li ser geş dibin ji holê rake.’’
KURD: DIVÊ AMERÎKÎ RÛYÊ RASTÎN Ê TIRKIYÊ BIBÎNIN
Azad Kurd jî derbarê çalakiyê wiha got: ‘’Ev çalakî hewce bû; ji ber ku divê Amerîkî û gelên din ên dinyayê divê rûyê rastî yê Tirkiyê ku destekê dide komên terorîst ên weke DAIŞ’ê bibînin. Ez dixwazim ku hikûmeta AKP’ê zanibe, em li kûderê dibin bila bibin, em alîgirên tevgera Kurd, her demê em ê ya rast biparêzin û em ê ti caran ji dîktatoriya hikûmeta Tirk re ku bi rêveberiya Erdogan e serê xwe netewînin.’’