9 endamên TAYAD'ê hatin destgîrkirin

9 endamên TAYAD'ê yên ku dixwestin der barê Sîbel Balaç û Gokhan Yildirim ên di rojiya mirinê de ne daxuyanî bidin hatin destgîrkirin.

Malbatên endamên TAYAD'ê yên ji bo girtiyên di rojiya mirinê de ne, Sîbel Balaç û Gokhan Yildirim ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve meşiyan, xwestin li ber Wezareta Edaletê daxuyaniyê bidin.

9 kesên ku li Kolana Ziya Gokalp rastî êrîşa polîsan hatibûn hatin destgîrkirin.

Navê kesên hatin destgîrkirin wiha ne: Erkan Yildirim (birayê mezin yê Gokhan Yildirim), Ferîdûn Osmanagaoglû, Nergis Dogru, Omer Akyel, Merve Demîrel, Ayşe Arapgirli, Taylan Sungur, Turan Akdaş, Şengul Ulus.