651 jê giran 1517 girtiyên nexweş hene

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan ragihand ku 651 jê giran 1517 girtiyên nexweş hene û xwest, tavilê bêne berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) lîsteya girtiyên nexweş a aktûel bi civînek çapemeniyê li avahiya xwe ya li Enqereyê ragihand.

Rêveberên ÎHD’ê beşdarî civînê bûn. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk di civînê de axivî û diyar kir ku ji bo ew mafê girtiyên nexweş biparêzin xebatan dikin û li tevahiya girtîgehan 341 hezar û 502 girtî hene.

Turkdogan destnîşan kir ku li girtîgehan 651 jê girtiyên nexweş ên rewşa wan giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene.

Di daxuyaniyê de hate xwestin ku girtiyên nexweş hemû tavilê bêne berdan.

Turkdogan da zanîn ku bi destpêkirina pandemiyê re gelek qanûn hatin çêkirin û girtiyên edlî hatin berdan û di navbera girtiyan de cihêkarî hatiye kirin û yên hatine berdan jî endamên rêxistinên sûc û kesên sûcên edlî kirine hebûn û girtiyên siyasî hatin piştguhkirin.