6 meh cezayê qedexekirina hevdîtina bi parêzeran li Rêberê Gelê Kurd hate birîn
Ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin, ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran lê hate qedexekirin.
Ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin, ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran lê hate qedexekirin.
Li gel ku ev salek e ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê girtin, beriya ku qedexeya li ser parêzeran bi dawî bibe, hevdîtina bi parêzeran ji bo 6 mehan lê hate qedexekirin. Di 22'ê Nîsanê de dema qedexeya li ser parêzeran ku bi dawî bû, serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtina bi Ocalan re di 29'ê Nîsanê de li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê kiribû, ji aliyê heyeta dadgehê ve hat redkirin.
Hate diyarkirin ku sedema redkirinê qedexeya hevdîtina parêzeran a nû ya 6 mehan e ku di 13’ê Nîsanê de hatiye dayîn. Der barê sedema qedexeyê de agahî ji parêzeran re nehat dayîn.
Di 22'ê Nîsanê de biryara qedexeyê ya navborî bêyî ku agahî bidin parêzeran bi dawî bû, parêzeran di 6'ê Gulanê de serî li Dadgerê Înfazê yê Bûrsayê dan û îtîrazî biryara qedexeyê kirin.