6 girtiyên li Semsûnê ji 15 cotmehê ve di çalakiyê de ne

6 girtiyên li Semsûnê ji 15 cotmehê ve di çalakiyê de ne

6 girtiyên Girtîgeha Tîpa T ya Bafra ya Samsûnê bi riya nameyekê diyar kirin ku, wan di 15'ê Cotmehê de dest bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Li ser navê çalakgeran Tekin Çakmak diyar kir ku, ew dixwazin di nava têkoşîna azadiya gelê Kurd de bibin yek dilopa ji behrê û piştgiriyê bidin têkoşîna gel.

Çalakiya birçibûnê ya girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ya bêdem û bêdorveger ku 12'ê Îlonê ji bo azadî, ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê Kurd ên demokratîk destpê kirin, di roja 51'an de berdewam dike û mezin dibe. Li Girtigeha Tîpa T ya Bafrayê 6 girtiyên din bi nameyekê diyar kirin ku, wan di 15'ê Cotmehê de dest bi çalakiyê kirine.

Li ser navê girtiyan Tekîn Çakmak name şand. Tekîn ku wekî Mertalên Zindî ji bo dawî li operayonên leşkerî bîne bi koma mertalên zindî re çû Qandîlê û piştre tevlî PKK'ê bû, dîsa ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê Kurd yên demokratîk dest bi çalakiya bêdem û bêdorveger kir. Tekîn diyar kir ku, ew (Tekin Çakmak), Salîh Ozturk, Serbest Sulayman, Metin Kereman, Mehmet Yildirim û Yakup Turgut di 15'ê Cotmehê de dest bi çalakiya birçîbûnê kirine.

Çakmak da zanîn ku endamê MLKP'ê Cihan Deniz Tarak ji ji bo piştgiriyê ketiye grevê. Çakmak anî ziman ku tevlîbûna wî ya vê kerwanê wan bi rûmet û kêfxweş dike û wiha got: "Me xwest di nava têkoşîna gelê me ya azadiyê ku bêhempa dimeşîne de bibin dilopek behrê. Ev yek ji bo me rûmete. Em dixwazin di nava makîneya serfkirinê zindanê de bibin amûrê hilberînê."

Çakmak destnîşan kir ku, ew dixwazin li ser vê erdnigariya kurdan pêşeroja jiyana azad ava bikin. Tekîn da zanîn ku, deriyê azadiya kurdan tenê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê Kurd ên demokratîk û perwerdeya zimanê zikmakî pêkan be û wiha got: "Em dixazin bi bedena xwe vî deriyê azadiyê ku li pêş azadiya me ji aliyê zaliman ve tê girtin vekin.”