4 malbatên din jî tevlî nobeta edaletê bûn
Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye û nayên berdan di roja 28’emîn de li Baroya Amedê berdewam kirin. 4 malbatên din jî tevlî nobetê bûn.

Dayika girtiya bi navê Gulistan Al ya ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyan a Qayseriyê tê girtin, Emîn Al, dayika Mesût Pehlîvan ê li Girtîgeha Tîpa T a Akçadaga Meletiyê tê girtin, Garîp Pehlîvan, dayika Mehmet Demîr ê di heman girtîgehê de tê girtin, Zubeyde Demîr û bavê Sezaî Memîş ê li Girtîgeha Amedê tê girtin, Halîl Memîş tevlî nobeta edaletê bûn.
‘LI GIRTIYAN GEFÊ DIXWIN‘
Dayika Garîp Pehlîvan anî ziman ku ji kurê wê re 21 sal ceza hatiye xwestin û ev 11 sale di girtîgehê de ye. Pehlîvan da xuyakirin kirin ku li girtîgehê qerta ku tê xuyakirin hikûm xwariye li ser girtiyan tê ferzkirin û got: “Li girtîgehê gefên eger hûn vê qertê berstûyê xwe nedin wê înfaza we bişewite. Ji ber ku zarokên me vê yekê qebûl nakin, nikarin derkevin telefonê. Vê heftiyê kurê min telefon nekir.“
‘EM NIZANIN LI GIRTÎGEHÊ ÇI DIQEWÎ ME‘
Dayik Pehlîvan diyar kir ku li ser kûrê wê tecrîd tê meşandin û got: “Li girtîgehê çi diqewim e nizanim. Nasnameyek çawane nizanim. Zarokên me vê qebûl nakin. Ji ber vê nikarin derkevin hevdîtinê.“
‘BI HEVRE TECRÎDÊ BIŞKÊNIN‘
Dayik Pehlîvan anî ziman ku kurê wê ji Gîrtîgeha Bunyan a Qeyseriyê sewqî Meletiyê kirine û ev tişt got: “Gefa mirinê li kurê min xwarin. Ji kurê min re gotin, ‘em ê te li vir bikujin û wê malbata te cenazeyê te ji vir bigre‘. Li dijî vê bêhiqûqiyê divê hemû malbat tevlî nobeta edaletê bibin. Werin em bi hevre destê xwe bidin hev û tecrîda li ser zarokên xwe bişkênin.“