33 xwendekarên sewqî edliyeyê kirin hatin berdan

33 xwendekarên sewqî edliyeyê kirin hatin berdan

Li Denîzliyê ji 91 xwendekarên Zanîngeha Pamûkkale yên hatin binçavkirin 58 jê serbest hatin berdan û 33 xwendekar jî sewqî edliyeyê hatin kirin. 33 xwendekar li Dadgehê piştî îfade dan serbest hatin berdan.

Xwendekarên Zanîngeha Pamûkkale ji bo piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê roja Înê meşek pêk anîbûn. Di meşê de 91 xwendekar hatibûn binçavkrin. Ji 91 xwendekaran 58 xwendekar li Midûriyeta Polîsan serbest hatin berdan û 33 xwendekar jî sewqî edliyeya Denîzliyê hatin kirin. 33 xwendekarên sewqî Edliyeyê hatin kirin 3 xwendekar serbest hatin berdan û 30 xwendekar jî bi daxwaza serbest bên darezandin serbest hatin berdan. 30 xwendekar dê serbest bên darezandin.