2'yemîn Lijneya Giştî ya Kongreya Demîkratîk a Gelan (HDK) dest pê kir. Di salonê de gelek pankart hatin daliqandin. Delege û mêvanên ketin salonê ji bo balê bikîşînin ser çalakiya greva birçîbûnê qûrdeleyên sor bi singa xwe ve kirin. 2'yemîn Lijneya Giştî ya HDK'ê li Navenda Çandê ya Kocatepe dest pê kir.
Di salonê de bi 17 zimanan pankrata "Kongreya Demokratîk a Gelan" û pankartên "Çapemenî azadiya raman û rêxistinê ye", "Aştî di heman demê de ji herkesî re kar û azadî", "Em Roboskiyê jibîrnakin û nadin jibîrkirin" û "Parastina zimanê zikmakî tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û muzakere dest pê bikin" û gelek pankartên din hatin daliqandin.
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Yavuz Onen û Fatma Gok, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Sazomankarên HDP'ê Yusuf Çetîn, Ferhat Tunç, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, parlementerên BDP'ê Ertugrul Kurkçu, Mulkiye Bîrtane û Erol Dora û gele nûnerên partiyên siyasî tevlî kongreyê bûn.
Mêvan û delegeyên tevlî kongreyê bûn ji bo balê bikîşînin ser çalakiya greva birçîbûnê kurdeleyên sor bi singê xwe ve daliqandin. Piştî vekirina kongreyê rêzgirtin pêk hat û hilbijartina dîwanê hate kirin. Kongre dê bi xwendina raporan, nêrîn û hilbijartinê berdewam bike.
Dê sibê hilbijartin pêk bê.