Li Edene û Mêrsînê ji 7 kesên ku di 30'ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin 2 kes jê hatin girtin û 5 kes serbest hatin berdan. Li Tarsûsê jî 4 kes sewqî dozgeriyê hatin kirin.
Li Mêrsin û Edeneyê li ser banga berxwedana topyekun ya BDP'ê û KCD'ê di 30'ê Cotmehê de meş û xwepêşandan hatibûn li darxistin. Di meş û xwepêşandanan de 30’ê Cotmehê de li Edene, Mêrsîn û Tarsûsê bi îdîaya tevlî çalakiyan bûne 11 kes hatin girtin. Duh Hadi Korucu, Mehmet Karabag, Fatîh Baran, Tahîr Çetinkaya û 3 kesên ku navê wan nehat zanîn sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê ji 7 kesan Çetinkaya, Korucu û 3 kesên din serbest berdan, Fatih Baran û Mehmet Karabag jî bi îdîaya "Li ser navê rêxistinê sûc kirine" biryara girtinê da û şandin girtîgehê.
Kadîr Acar, Yunus Altun, Mesut Arslan û Kasim Duran yên ku di 30'ê Cotmehê de hatin binçavkirin jî sewqî dozgeriya Tarsûsê hatin kirin.