2 BDP'yî di êrîşa bi kêr ya nîjadperestan de birîndar bûn

2 BDP'yî di êrîşa bi kêr ya nîjadperestan de birîndar bûn

Girseya BDP'ê ya ku ji bo piştgiriyê bide çalakiya birçibûnê ya bêdem û bêdorveger ya girtiyên ji aliyê girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ku li Okmeydani kom bû û xwest bimeşin avahiya AKP'ê ya Stenbolê rastî êrîşa polîs û komek nîjadperest hat. Di êrîşê de 2 BDP'yî bi kêran birindar bûn. BDP'iyên bi giranî birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.

Endam û rêveberên BDP'ê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK'ê ku 49 rojin ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan û mafê gelê Kurd ên demokratîk di grevê de ne, li Okmeydani kom bûn û ber bi avahiya AKP'ê ve meşiyan. Koma ku west bimeşin avahiya AKP'ê ya Stenbolê rastî êrîşa polîs û komek nîjadperestan hat. Di êrîşê de 2 BDP'yî bi kêran birindar bûn. Rêveberê Sultanbeylî Huseyin Înedi û endamê BDP'ê yê Esenyurtê Ziya Erol, rastî êrîşa komek ulkucu hat. Înedî û Erol rakirin Nexweşxaneya Lêkolin û Perwerdeyê ya Okmeydaniyê.

Parlementerên BDP'ê Sebahat Tuncel û Sirri Sureyya Onder Hevseroka ESP'ê Figen Yuksekdag û Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan jî xwestin daxuyanî bidin, lê ji ber geşedanan daxuyanî nedan. Alozî didome.