10 sal cezayê girtîgehê dan Gulmen û 12 sal ji bo Karadag
Ji Akademîsyen Nûriye Gulmen re 10 sal û ji Yasemîn Karadag re jî 12 sal cezayê girtîgehê hat dayîn.
Ji Akademîsyen Nûriye Gulmen re 10 sal û ji Yasemîn Karadag re jî 12 sal cezayê girtîgehê hat dayîn.
Rûniştina doza 4 kesên ku Akademîsyen Nûriye Gulmen a ku di serdegirtina polîsan a li Navenda Çandê ya Hezexê ya li Okmeydaniya Stenbolê de hatibû destgîrkirin jî di nav de hebû û bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) serbest hatibû berdan, li 28. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin.
Gulmen û Yasemîn Karadag ên ku ji ber sûcê “endamtiya rêxistinê” dihatin darizandin tevlî rûniştinê bûn. Dadgehê 10 sal cezayê girtîgehê li Gulmen û 12 sal jî li Karadag birî. Piştî biryarê Gulmen û Karadag li salona dadgehê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.