KURDISTAN
Di Konferansa Zimanê Kurdî de li ser siberoja zimanê Kurdî nîqaş hatin kirin, encamên qedexekirina ziman hatin nirxandin û banga xwedî derketina li zimanê Kurdî hate kirin.
Di Mitînga Azadiyê ku bi dirûşma “Bi Rêbertiyê Azad re ber bi Civaka Demokratîk” li Wanê hat lidarxistin de sînevîzyona axaftinên Rêber Apo yên berê hat pêşandan. Bi deh hezaran kesan dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Sebehat Tuncel ku di mitînga “Bi Rêbertiyê Azad re ber bi Civaka Demokratîk” a li Wanê de axivî, got, “Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet.” Keskîn Bayindir jî anî ziman ku nêzîkatiya li Rêber Apo, nêzîkatiya li pêvajo û gelê Kurd e.
Ji bajarên Serhedê gelek kes ji bo “Mîtînga Azadiyê” ya ku wê li Wanê were lidarxistin, bi rê ketin.
HPG’ê got, “Ji fermandarên pêşeng a YJA Starê hevrê Zozan Denîz ev demek dirêj bû bi îradeyeke mezin li dijî nexweşiya penceşêrê li ber xwe dida, di pêvajoya ku tedawî didît de 24’ê Hezîrana 2026’an şehîd bû.”
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
-
Çîroka sê Şerîfan
Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re çîroka balkêş a sê birayên bi navê ‘Şerîf’ ku ji heman malbatê ne û du ji wan di nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûbûn, vegot û her du Şerîfên şehîdbûyî jî bibîr anî.
-
Fermandara azad a şer: Armanc Goşkar
Gerîlayê HPG'ê Mîhralî Yilmaz ji bo yek ji fermandara YJA Starê Armanc Goşkar got, ''Zanîna wê, ku helwesta wê ya îdeolojîk geş dikir, bi tecrûbeya wê ya şer û jiyanê re dibû yek. Fermandarî çawa geş dibe, di şexsê wê de me fêhm kir.''
-
Xwepêşandanên li Başûr didomin
Xwpêşandanên li Başûrê Kurdistanê yên ji ber nebûna xizmetgûzarî, bêkarî, nebûna mûçe û dahatê destpêkiribûn hê jî dewam dike.
-
-
'Birêz Ocalan rizgariya Rojhilata Navîn e'
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk bal kişand ser rola diyalog û danûstandinan a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û got, "Rizgariya alternatîf a Rojhilata Navî di sîstema heyî de nîne. rizgarî Birêz Ocalan e."
-
-
-
-
Girtiyê nexweş bi vîrûsa koronayê ket
Girtiyê nexweş Nîmet Degîş ê 63 salî ku 29 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa L a Maraş Turkoglû tê girtin, bi vîrûsa koronayê ket. Sûltan Degîş diyar kir ku têkildarî rewşa tenduristiyê ya hevserê xwe ew agahiyan nagirin, lewma bi fikar in.
-
-
-
-
-
Karayilan: Hesabê hemûyan wê bê pirsîn
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk li gel şerê vekirî, ji destavêtinê heta kuştinê bi siyaseta nihadperestiyê şerê taybet dimeşîne. Karayilan bal kişand ser bûyerên li Kercewsê û got, "Hesabê hemûyan wê bê pirsîn."
-
-
-
MXŞD: Yên Şengal diparêzin zarokên me ne
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXŞD) bi daxuyaniyekê bersiva Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî da û da diyarkirin ku ev daxuyanî rê li ber êrîşên vedikin û dixwazin bi rêya daxuyaniyên xwe ewlekariyê Şengalê têk bibin.
-
HPG’ê şehîdên Xantûrê bibîr anî
HPG’ê gerîlayên HPG’ê Erîş Tîrêj û Akîf Botan ên 11’ê Tebaxê li Girê Şehîd Berxwedan a Xanûtr a Heftanînê şehîd bûbûn bibîr anî.
-
-
‘Helwesta Mesrûr Barzanî dagirkeriya Tirk rewa dike’
Komîteya Têkiliya Karên Derve ya KCK’ê anî ziman, dixwazin çalakiyên protestoyî yên li Başûrê Kurdistanê bidin nîşandan ku ji aliyê wan ve tê kirin û got: “Yên vê propagandayê dikin bi zanabûn gel li ber hev sor dikin, dibe sedemê kûrkirina aloziyan."