KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Amedê operasyona qirkirinê: Gelek kes hatin destgîrkirin
Li Amedê di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin destgîrkirin. -
Ciwanên Mexmûrê ji bo Avaşîn, Metîna û Zapê meşiyan
Ciwanên Wargeha Peneberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo silavkirina berxwedana gerîlayan a li herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê meşek meşaleyî lidarxistin. -
'Dema ziman neyê axaftin, kor dibe, ziyan digihêje û netew winda dibe'
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî got: "Divê beşên civakê yên xwende, nexwende, yên rêxistinkirî, bi hev re bi Kurdî bidin û bistînin. Ziman gava neyê axaftin winda dibe, kor dibe, ziyan digihîjê û derbê dixwe. Bi vê re jî netew winda dibe." -
Di 23’ê Nîsanê de gerîlayan li Geliyê Nêrwe yê Zapê li dagirkeran da
Di 23’ê Nîsanê de dema ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên dagirker da destpêkirin, gerîlayan li Geliyê Nêrwe ya Zapê li leşkerên dan. Hate diyarkirin ku gelek leşker mirine. -
Asayîşa YNK’ê çalakiya ji bo protestokirina êrîşên dagirkeran asteng kir
Asayîşa YNK’ê çalakiya ji bo protestokirina êrîşên dagirkeran asteng kir û 25-30 kes destgîr kirin. -
Di navbera Zendûra û Derarê de 8 leşker hatin kuştin 12 leşker birîndar bûn
Li Metîna di navbera Qada Zendûra û Derarê de di navbera gerîlayên HPG, YJA-Starê û leşkerên Tirk de şer çêbû. Di vî şerî de 8 leşker hate kuştin, 12 leşker birîndar bûn. Leşkeran ji ber panîkê li hev reşandin û 4 leşker birîndar bûn. -
Li Girê Şehîd Serdar ê li Avaşînê 6 leşker hatin cezakirin
Gerîlayên HPG û YJA Starê, li dijî leşkerên xwestin li ser Girê Şehîd Serdar ê li herêma Mervanos a Avaşînê bi cih bibin çalakî kirin. Di çalakiyê de 6 leşkerên Tirkiyeya dagirker hatin cezakirin. -
Gerîlayan li Girê Zendûrayê du çalakiyên sûîkastê kirin
Gerîlayan li Girê Zendûrayê du çalakiyên sûîkastê kirin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin. -
Gerîlayan li dijî dagirkeriyê ‘Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê’ da destpêkirin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ‘Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê’ da destpêkirin. Gerîlayan gelek leşkerên Tirk ceza kirin. Dagirker li hemberî gerîlayan gaza jehrî bi kar tîne. -
TAJÊ berxwedana gerîla silav kir
Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) berxwedana gerîla ya li Zapê, Metîna û Avaşînê li dijî dagirkeriyê dimeşîne, silav kir. TAJÊ ragihand ku êrişên li ser Şengal, Qamişlo û qadên gerîla ji hev cuda nîne. -
Li Merîwanê êrişa Îranê: 5 kolber birîndar bûn, aqûbeta 30 jê nediyar e
Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê hêzên Îranê êriş birin ser komek ji kolberan. Di encamê de 5 kolber birîndar bûn, agahî ji 30 kolberan jî nayê girtin. -
KONGRA-GEL: Li dijî faşîzma dewleta Tirk em têkoşînê geş bikin
KONGRA-GEL: Li gel hêzên li dijî faşîzma AKP-MHP'ê de em têkoşîna hevpar xurt bikin û faşîzmê rawestînin. Em; hêzên demokrasî û azadiyê çi wê bê kirin divê niha bê kirin. -
Li Mexmûrê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd kampanya nameyan dest pê kir
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kampanya nivîsandina nameyan dest pê kir. -
KCK: Divê gel bi gerîla re bibe yek û bersiva dîrokî bide van êrişan!
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku êrişa dagirkeriyê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo qirkirinê ye û got, "Ji bo têkbirina êrişê, divê gel bi gerîla re bibe yek û bersiveke dîrokî bide van êrişan." -
Malbata Şenyaşar ji bo piştevaniyê bang kir
Malbata Şenyaşar ku ji ber qedexeya derketina derve nobeda "edaletê" li malê dewam dike, banga piştevaniyê kir. -
Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal li girê Zendûra çalakî kir -NÛ BÛ
Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal li girê Zendûra çalakiyek li dar xist. -
Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê şehîdên 25'ê Nîsanê bi bîr anî
Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê şehîdên êrişa 25'ê Nîsana 2017'an a ji ber êrişa dewleta Tirk a li ser Şengal, Mexmûr û Qereçoxê şehîd bûn, bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi berxwedan û keda gel wê Xweseriya Şengalê teqez bi ser bik -
Li Avaşînê şer giran e: Gelek leşkerên Tirk hatin kuştin
Li girê Mamreşo yê li herêma Avaşînê, di navbera Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û artêşa Tirk a dagirker de şerekî giran diqewime. Gelek dagirker hatin kuştin. -
YRK: Em bi agirbestê dilsoz in, lê êriş bê kirin em ê bersivê bidin -NÛ BÛ
Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) diyar kir ku komek ji cehşên dewleta Îranê kemîn danîn pêşiya hêzên wan, lewma şer qewimî. YRK'ê ragihand ku ew bi agirbesta heyî dilsoz in, lê eger êriş bê kirin di çarçoveya parastinê de wê bersivê bidin. -
MXDŞ'ê berxwedana li Zap, Metîna û Avaşînê silav kir
MXDŞ'ê berxwedana gerîla ya li Zap, Metîna û Avaşînê silav kir û destnîşan kir ku ew bi şervanên azadiyê re ne. -
Ozgur Jiyanda: Gerîla hêviya dijmin têk dibe
Ji fermandarên HPG'ê Ozgur Jiyanda diyar kir ku dewleta Tirk şerê xwe dispêre teknîkê û got, "Berxwedana gerîla hêviya dijmin têk dibe." -
Artêşa Tirk li hemberî gerîlayan gaza jehrî bi kar anî
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li dijî Girê Mamreşo ya li dijî çeper û tunelên gerîlayan hate şikandin. Artêşa Tirk gaza jehrî bi kar anî. -
Li Avaşînê şerekî giran didome
Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran leşkerî danî qada Mervanos a Avaşînê û girên Şehîd Zêrîn, Şehîd Bêkes û Pîramîtê ya qada Şukê. Li van qadan şerekî giran didome. -
Sefereke dagirker a nû û berxwedana gerîlayan
Artêşa Tirk a dagirker piştî têkçûna li Garê tevî bi gelek balefir,helîkopter, SÎHA, bi hezaran leşker û sedan cerdevanan dest bi sefereke nû ya dagirker kir. Ev sefera wan a dagirker rastî berxwedana gerîlayên HPG û YJA-Starê hat. -
KNK: Li dijî êrîşa li ser Metîna, Zap û Avaşînê em dakevin qadan
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li hemberî êrîşên ku dewleta Tirk dagirker li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê dest pê kiriye, banga berxwedanê kir û diyar kir ku divê gelê Kurd û dostên wan li hemberî van êrîşên dagirker dengê xwe bilind bikin.