KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Tulay Hatîmogûllari: Bi berxwedanê ev xak wê ji qeyûman bê paqijkirin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Amedê di mîtîngê de axivî û got, "Ev berxwedan wê vê xakê ji qeyûman paqij bike." -
Bayindir: Deriyên Îmraliyê vekin!
Li Geverê li dijî derbeya qeyûm çalakiyek hate lidarxistin û di çalakiyê de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û got: ‘’Dev ji polîtîkayên qirêj berdin, deriyên Îmraliyê vekin. Em ê heya serketinê li ber xwe bidin.’’ -
Ciwanê got 'şaredariyên me vala bikin' hate girtin
Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Vedat Ozer ku ji waliyê mêtinger ê ku dest daniye ser şaredariyê got 'Şaredariyên me vala bikin' hate girtin. -
PDK'ê berdevk û endamên Nûnertiya HDP'ê dersînor kir
Li gorî agahiyan, Asayîşa PDK'ê Berdevk û endamên Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya HDP'ê ya li Hewlêrê dersînor kir. -
HPG'ê 3 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê 3 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi bîr anî û got, "Her qada ku lê bûn veguherandin keleha berxwedanê û rê nedan dagirkeran." -
Ciwan 4 roj in li dijî dagirkeran li ber xwe didin
Li taxên navendî yên Êlihê ciwan dadikevin qadan û bi kevir, fîşekên hewayî û molotofan li dijî êrîşên polîsên Tirk li ber xwe didin. -
Baroya Şirnexê piştgirî da berxwedana gel a Mêrdînê
Serokê Baroya Şirnexê Abdullah Findik û parêzerên baroyê ji bo piştgiriya berxwedana gel bikin, di roja çaremîn de hatin qada nobetê. -
Li Êlihê berxwedana ciwanan berdewam dike
Ciwan li gelek taxên Êlihê li dijî desteserkirina vînê daketin qadan. Di nava ciwanan û polîsên Tirk ên dagirker de şer derket. -
Dagirkeran êrîş kirin, gelê Êlihê li ber xwe dide
Gelê ku li Êlihê li dijî darbeya qeyûm li ber xwe dide rastî êrîşa polîsên Tirk hat. Xelkê Êlihê li dijî êrîşa polîsan li ber xwe dide. -
Ji bo gerîlaya YJA Starê şîn hate danîn
Ji bo gerîlaya YJA Starê Ayşe Dagdelen (Nalîn Dilgeş Çiya) ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li Wêranşarê şîn hate danîn. -
Civîna Meclîsa Şaredariya Xelfetiyê: Heta çûyîna qeyûmê zordar em ê li ber xwe bidin
Civîna Meclîsa Şaredariya Xelfetiyê bi pêşengiya Hevşaredar Mehmet Karayilan û Saniye Bayram li ber avahiya şaredariyê hate kirin. -
Berxwedana li Êlihê di roja 4'emîn de ye
Li Êlihê berxwedana li dijî darbeya qeyûm di roja 4'emîn de ye. Di çalakiyên îro de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" û "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" hatin qîrîn. -
Berxwedana li Mêrdînê: Qeyûm darbe ye, dest nede îradeya min!
Li Mêrdînê, li dijî darbeya qeyûm bi şev û roj berxwedan dewam dike. -
Milîsên MAK'ê li Êlih û Licê çalakî kirin
Milîsên MAK'ê li deh taxên cuda yên Êlihê li hemberî hêzên Tirk ên dagirker şer kirin. Li Licê jî kepçeyeke baregeha leşkerî îmha kirin. -
Avesta: Divê 25'ê Mijdarê bibe ew roj ku herî zêde mêr rexnedayina xwe dide
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta bal kişand ser xemsariya mêr a li ser azadiya civakî û got, "Êrîşa li dijî jinê êrîşa li dijî jiyanê ye. Eger em her roj têkoşîna vê yekê nemeşînin, em ê nikaribin asta azadiyê biafirînin." -
Gerîlayên YJA Starê ji bo Asya û Rojger nivîsîn
Gerîlayên YJA Starê bi helbestekê qala çalakiya fedaî ya Asya û Rojger kirin. Helbest bi navê 'Roj nekarî bê tarîkirin' hate nivîsandin ku di ew gotin di nameya Rojger Hêlîn de derbas dibe. -
Berxwedana Êlihê: Em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin!
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di berxwedana Êlihê de axivî û got: “Ev rêya rûmetê ye. Em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin.” -
MAK’ê li dijî darbeya qeyûmê çalakî kirin
Milîsên MAK’ê li dijî darbeya qeyûmê li Gever û Êlihê bi hêzên dewleta Tirk a dagirker re kete pevçûnê. -
Li Êlihê bi hezaran kes li ber xwe didin
Bi hezaran kes li dijî xespkirina Şaredariya Êlihê, dest bi meşê kirin. Di çalakiyê de ev peyam hate dayîn: “Heta ku ev biryar paşve neyê kişandin dê gelê Kurdistanê li ser pêya be. Em ê bi berxwedana xwe bi ser kevin.” -
Berxwedana li Mêrdînê: Hûn nikarin gelê Kurd bêdeng bikin
Ahmet Turk di çalakiya şermezarkirinê de ya li Mêrdînê axivî û got, "Bi qeyûman, bi girtinê hûn ê ti carî nikaribing elê Kurd bêdeng bikin." Devrîm Demîr jî berxwedana gel silav kir. -
Li Xelfetiyê berxwedan dewam dike: Hûn nikarin me têk bibin!
Li Xelfetiyê, nûnerên partiyên siyasî di çalakiya li dijî darbeya qeyûm de axivîn û peyama berxwedana hevpar dan û diyar kirin ku wê berxwedan bi ser bikeve. -
Zincîra 'hurmeta li îradeyê' hate avakirin
Li kolana herî qelebalix a Wanê li dijî darbeya qeyûm zincîra mirovan hate avakirin. -
Berxwedana ciwanan didome, YCWK’ê banga çalakiyan kir
Yekîneyên YCWK’ê yên li Wan û Êlihê, li dijî derbeya qeyûm di tevahiya şevê de çalakiyên xwe domand. YCWK’ê bang li ciwanên Kurd kir ku dakevin qadan û li ber xwe bidin. -
Ji MKG’ê rapora Cotmehê: Zexta li dijî rojnamevanan didome
MKG’ê ragihand ku di meha Cotmehê de 6 rojnamevan hatine binçavkirin, gef li 5 rojnamevanan hatiye xwarin û êrîşî 3 rojnamevanan jî hatiye kirin. -
Li Xelfetiyê berxwedan dewam dike: Gel li ber avahiya şaredariyê dicive
Li ber Şaredariya Xelfetiyê, li dijî darbeya qeyûm a dewleta Tirk gel berxwedana xwe dewam dike.