KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Rojnamevan Azîz Koyluoglû li Mexmûr û Silêmaniyê hat bibîranîn
Di daxuyaniyên çapemeniyê yên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rutsem Cûdî (Mexmûr) û Silêmaniyeyê de Rojnamevan Azîz Koyluoglû ku bi êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker şehîdî bû, hat bîranîn. -
Hêzên PDK'ê li Hewlêrê avêtin ser ofîsa KNN TV
Hêzên girêdayî PDK’ê bi ser ofîsa televîzyona KNN TV’yê ya li Hewlêrê de girtin û dest danîn ser alavan. -
HPG: dewleta Tirk û hêzên sînor ên Iraqê êrîşî gerîla kirin
HPG'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û hêzên sînor ên Iraqê êrîşî gerîla kirin û got, "Yên êrîşî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dikin, kî dibe bila bibe, gerîla xwedî wî mafî ye ku li dijî her cûre êrîşan xwe biparêze." -
PDK’ê nehişt ku mamoste derbasî Hewlêrê bibin
Mamoste û karmendên ku ji bo daxwaza mafên xwe ji Silêmaniyeyê ber bi Hewlêrê ve ketibûn rê, li pêşiya bajêr ji aliyê hêzên girêdayî PDK’ê ve hatin astengkirin. -
Xeteriya li ser jiyana Ozer dewam dike
Vedat Ozer ê ku nexweşê epîlepsiyê ye, doh li Amedê piştî mitînga ‘Azadiyê’ di encama êrîşa polîsên Tirk de birîndar bibû. Hat hînbûn ku xetereya li ser jiyana Ozer dewam dike. -
Ragihandina Şengalê: Şerê heqîqetê bêberdêl nayê meşandin
Ragihandina Azad a Şengalê qetilkirina rojnamevan Azîz Koyluoglû şermezar kir û got, “Em ji hovîtiya dijmin fêm dikin ku rojên azad çiqasî nêzîke.” -
Ji Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê banga şermazerkirinê
Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê banga tevlîbûna çalakiya protestoyî ya li dijî qetilkirina rojnamevan Azîz Koyluoglu kirin ku wê sibê li Sentera Metroyê ya Silêmaniyê bê lidarxistin. -
Polîsan piştî mîtîngê êrîşî gel û rojnamevanan kir
Li Amedê piştî mîtînga ji Rêber Apo re azadî, gelek kes bi êşkenceyê hatin binçavkirin. -
Bakirhan: Abdullah Ocalan dilê bi milyonan e
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê got, “Abdullah Ocalan hêvî û dilê bi milyonan e. Hingî ku hêviya bi milyonan di hucreyekî de bi bin îzolasyonê de be, em ji samîmiyeta we bawer nakin.” -
Tuncer Bakirhan: Bi hêza xwe ya rêxistinkirî em ê pirsgirêkan çareser bikin!
Hevserokê Giştî ya DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, "Eger pêvajo 1'ê Cotmehê destpê kiribe, ev yek ji ber sekna we destpê kiriye. Eger em hêz û rêxistinbûna xwe deynin holê tu pirsgirêkê ku em nikarin çaresr bikin nîne." -
‘Mafê hêviyê pêk bînin em bi hev re aştiyê ava bikin’
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun, di mitînga azadî ji bo Rêber Apo de axivî û got, “Di 15’ê Sibatê de ‘mafê hêviyê’ pêk bînin, em aştiya ku gel bi hesreta wê ye ava bikin.” -
Li Amedê mîtînga ji Rêber Apo re azadî
Li Amedê gelê ku beşdarî mîtînga ji Rêber Apo re azadî bû, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. -
Li Amed û Êlihê aqûbeta windayan hat pirsîn
Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbatên windayan bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” careke din kom bûn. -
DFG û MKG: Çapemeniya azad li dijî êrîşan ti carî gav paşve neavêt
DFG û MKG’ê, nerazîbûn nîşanî qetilkirina rojnamevan Ezîz Koyluoglu ji aliyê dewleta Tirk ve da û got, “Çapemeniya azad heta niha li dijî tu êrîş, kuştin, girtin û binçavkirinê bêdeng nema, dê ji niha û şûnde jî bêdeng nemîne.” -
DBP: Xebatkarên Çapemeniya Azad rûmeta gelê Kurd in
DBP’ê diyar kir ku qetilkirina rojnamevan Azîz Koyluoglû sûcê mirovahiyê ye û got, “Em ê her tim bi vê têkoşîna wan a pîroz re bin.” -
Jin ber bi qada mîtîngê ve meşiyan
Jin bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) ber bi qada mîtîngê ve meşiyan. -
Bi fuzeyê li baregeha Bamernê hate xistin
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo li dijî baregeha Bamernê ya artêşa Tirk a dagirker, bi fuzeyê çalakî lidar xist. Di çalakiyê de konternira ku dagirkeran ji bo isterehetê bi kar dianîn, hate hedefgirtin. -
YRD: Rojnamevan Azîz Koyluoglû şehîd bû
YRD’ê diyar kir ku 27’ê Çileyê dewleta Tirk bi rengekî tirsonekî li Ranyayê êrîş pêk anî û di encamê de rojnamevan Azîz Koyluoglû şehîd bû. YRD’ê got, “Helbet pênûsa hevrê Azîz li erdê namîne, deng-gotina wî dê hîn xurttir bibe.” -
HPG’ê 2 şehîd bi bîr anî
HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bi bîr anî û got, “Hevrêyên me Rojhat û Ajwan Milîtaniya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya di partiya me PKK’ê de şênber bûye, bi cih anîn.” -
Li Başûr 602 gund di bin metirsiya valakirinê de ne
Endamê Rêxistina CPT’ya Emerîkî Kameran Osman diyar kir ku gundên Nepaxî, Bêr Kekurê û Kafya yên li Çiyayê Garê, ji ber êrîşên hewayî yên dewleta Tirk hatin valakirin û nêzîkî 400 gund nikarin bên avakirin. -
Li Amediyê malek hate bombebarankirin
Balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li gundê Mijê ya navçeya Amêdiyê ya Duhokê malek bombebaran kir. -
Li Cizîrê bîranîna kesên li jêrzemînan hatin qetilkirin
Li Cizîrê kesên ku li jêrzemînan di 7'ê Sibatê de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hatin bîranîn. -
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê Abdullah Ocalan tavilê azad bibe
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Çewlîgê axivî û got, "Fikrê Abdullah Ocalan îradeya gelê Kurd e" û destnîşan kir ku divê Rêber Apo tavilê azad bibe. -
Ceza li hevşaredar Bîrsen Orhan hate birîn
Li Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan ji ber axaftina li çalakiyên şermezarkirinê 5 meh cezayê girtîgehê hate birîn. -
Li Halîse Aksoy 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn
Li Halîse Aksoy 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn ku cenazeyê kurê wê bi rêya kargoyê jê re hatibû şandin û hovîtî lê hatibû kirin.