KURDISTAN
Di encamnameya “Komxebata Aştî û Diyalogê" ya li Qoserê hat lidarxistin de li dijî pevçûn û mirinên di demên dawî de zêdebûne banga avakirina aştiya civakî ya xwecihî hat kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê nasnameya 4 hevrêyên xwe yên li Mihabadê şehîd bûne, eşkere kir û got, “Bi jiyan û karkirina xwe re bûn emsalê rêhevaltiya rasteqîn a ji bo gelê xwe her tim têdikoşe û ti zehmetiyan nas nake.”
KCK’ê yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê heval Fuat (Alî Haydar Kaytan) di salvegera 8’emîn a şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Heval Fuat wê her tim di têkoşîna me ya azadiyê û dilê gelê me de bijî. Têkoşîna wî wê bibe têkoşîna me.”
Yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Alî Haydar Kaytan (Fûat) ku 3'ê Tîrmeha 2018'an şehîd bû, weke şervanekî heqîqetê kete dil û mejiyê gelê xwe.
YRK’ê têkildarî şer û pevçûnên li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ragihand ku tu hevalên wan li herêma Serdeştê şehîd nebûne û divê gelê me baweriya xwe bi wan gotegotan neyne.
Hemû Nûçe
-
Gelê Ranyayê îro jî daket qadan
Li Ranyayê ku duh 6 kes hatin kuştin, îro danê sibehê xwepêşandanan dîsa dest pê kirin. Esnafan dikan girtin. Di xwepêşandanan de êrîş tên şermezarkirin.
-
Rewşa dawî ya Başûrê Kurdistanê
Li Başûrê Kurdistanê piştî xwepêşandanên gel ên van sê rojên dawî rageşî didome. Saziyên rayedar di roja sêyan de daxuyanî dan, lê bersiv nedan daxwazên gel.
-
Başûrê Kurdistanê di nava kaosê de ye
Artêşa Iraqê û Heşdî Şabî, ji Xaneqîn, Xurmatû, Taze û Daqûqê dest pê kirin û heta Kerkûkê dest bi dagirkeriyê kirin. Di sibeha 17'ê Cotmehê de Kerkûk û derdora wê bi temamî bi dest xistin. Ji bilî bajar û navçeyan, hedef bi giranî herêmên petrolê bûn.
-
Bereketa masiyê Gola Wanê
Masiyê Gola Wanê, bi bereketa xwe ya îsal ji bo bi hezaran mirovî bû çavkaniya debarê. Ji ber ku erzan û teze ye, bala mirovan dikişîne.
-
Seyîd Riza yê Omeryayê
Seyît Riza Erdal li Îzmîrê ji dayik bû û çû dibistanê. Dest ji zanîngehê berda û tevlî nava refên gerîla bû. Piştî 18 salan li herêma Omerya ya Mêrdînê şehîd bû.
-
Ji Hevserokê Tevgera Azadî yê Silêmanî agahî nayê girtin
Tevgera Azadî daxuyaniyek da û diyar kir ku ti agahî ji Hevserokê Tevgera Azadî yê Silêmanî Azad Omer Mihemed nîne, got: “Gumanên me hene di encama van pêlên binçavkirinê yên ji aliyê hêzên asayişê ve tê kirin de, hatibe binçavkirin.”
-
-
Weşanên NRT TV hate rawestandin
Weşanên Televziyona NRT a ku li Başûrê Kurdistanê weşan dike, ji aliyê hikûmetê ve hate rawestandin. Xebatkarên televîzyonê hatin binçavkirin.
-
Li Ranyayê avahiya PDK’ê hate şewitandin
Li navçeya Ranya ya girêdayî bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, piştî ku hêzên asayîşê bi çekan êrîşi gel kirin, 6 kes hatin qetilkirin û 103 kes jî birîndar bûn. Gel avahiya PDK’ê ya li navçeyê da ber agir.
-
-
-
-
-
-
-
Li Kerkûk, Xurmatû û Başûr çi dibe?
Piştî referandûmê, piştî ku dewleta Iraqê û Heşdî Şebî herêmên nîqaş li ser hene dagir kir, krîza ku dest pê kirî girantir bû. Nediyarî hev xurt dikin û mezin dibe.
-
-
-
-
-
-
-
-
-