Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a bi heyetekê ve hate Colemêrgê diyar kir ku li hemberî kesên ku rêveberiyê wekî zilm û derxistina şer dibînin, têkoşîna demokratîk rewa ye û gel ji bo aştî û demokrasiyê mafê xwe yê xweparastinê pêk tîne.
Heyeta HDP û DBP’ê ji bo komkujiyên li Gever û Şemzînan a Colemêrgê di cih de bibînin hatin bajêr. Di heyetê de li gel Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Buldan, Cîgirên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Saruhan Oluç û Yurdusev Ozsokmenler û parlamenterên HDP’ê Garo Paylan û Alî Kenanoglu amade bûn û heyetê di destpêkê de xebatkarên şaredariyê ziyaret kirin. Piştî hevdîtinê heyetê li ber avahiya şaredariyê daxuyanî dan û bi sedan welatî jî ligel baranê di daxuyaniyan de amade bûn.
‘XWERÊVEBERÎ MAFEKÎ DEMOKRATÎK E’
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag axivî û bi Kurdî welatiyan silav kir, diyar kir ku hevşaredarên Colemêrgê bi awayek nehiqûqî hatin girtin. Yuksekdag destnîşan kir ku hinceta ku ji bo girtina hevşaredaran hatin nîşandan tenê parastina mafên demokratîk û aşkerekirina vê bû. Yuksekdag anî ziman ku ew jî wekî hevşaredaran dibêjin xwerêveberî mafeke demokratîk e û wiha got: “Em ê nehêlin ku şer û pêla binçavkirina bikeve nav me. Di cîhanê de herî kêm li 22 welatî ev pergalên îdarî hene. Lê ji ber ku li vê derê ev maf tê ziman hemû gelê me bi şer û pêvçûnan re dibin hedef.”
‘JI BO DESTHILATDARIYÊ HEMÛ WELAT XISTIN XELEKA AGIR’
Yuksekdag da zanîn ku ew li hember daxwaza xwerêvebirina bajarê xwe bi bombe û girtinan re rû bir û dimînin û wiha berdewam kir: “Heke li welatekî behsa bikaranîna mafan bê kirin, destpêkê mafê xwerêvebirinê tê. Divê desthilatdarên ku jiyanê li me teng dike bersiva vê bide. Heya niha we ji bilî şer û rondikan çi da vî gelî ku ev gel îteatê we bike? Vî gelî li hember van polîtîkayan, helwesta xwe ya demokratîk anî ziman. Di hilbijartinên 7’ê hezîranê de bersiva heq dikirin girtin. Kesên ku bersiva xwe girtin piştî hilbijartinan 4 aliyên welat xistin xeleka agir û dojehê. AKP li bajarên ku deng lê wernegirt dixwaze ceza bike. Ji bo vê jî şer dan destpêkirin. Ji bo serokatiyê û desthilatdariya partiyekê û xwesteka dîktatoriyê hemû Tirkiyeyê xistin nav agir. Beriya kirinên hilibijartinê, piştre jî diyar kirin ku ew aştî û demokrasiyê naynin vê welatî.”
‘PERGALA WAN WÊ LI HEMBER TÊKOŞÎNA DEMOKRATÎK TÊK BIÇE’
Yuksekdag bi lêv kir ku gel êdî ne ew gelê bêaqil in û wiha pê de çû: “Demokrasiya ku wan neda me, em ê bi destê xwe bistînin. Em ê aştiyê bi destê xwe înşa bikin. Ji bo aştî û demokrasiyê jî gelê me mafê xweparastin danî holê. Em ê bi hev re vê mafê biparêzin. Ev mafê hemû gelan e. Li hember kesên rêveberiyê wek zilmê û derxistina şer dibînin têkoşîna demoratîk rewa ye. Em pişta xwe didin xwestekên rewa yên gelê xwe. Ew jî xwe dispêrin şer. Bi tank û topên xwe dixwazin desthilatdariya xwe ava bikin. Lê ev pergala ku dixwazin ava bikin dê li hember têkoşîna demokratîk a gelê me careke din têk biçe.”
‘BI ŞERÊ DIJ MIROVAHIYÊ TEVGERA VÎ GELÎ TERORÎZE DIKIN’
Yuksekdag anî ziman ku ji balafirgehên ku pesnê xwe didan niha tenê jet û balafirên şer radibin û wiha axivî: “Ji wan balafirgehan balafirên şer zozan û daristanên Colemêrgê tên şewitandin. Herêm û gel êdî şer û kuştinan naxwaze. Bi pergala demokratîk a îdarî dixwaze mafên xwe yên rewa bi kar bînin. Bi şereke dij mirovahiyê, tevgera bi heybet a gel dixwazin terorîze bikin û bi kuştin, komkujiyan dixwazin reş bikin. Çawa ku em ji xelekên agir derketin û hatin roja îro, ji vir pê de jî rêvebiriya û jiyana azad ê ku em heq dikin bigirin. Li hember kesên bi şer û kuştinan bi rê dibin û bi cinazeyên polis, leşker, gerîlayan qesrên xwe çêdikin, em ê ji bo aştî, dad û jiyana nû careke din bi ser bikevin. Ew ê careke din derkeve têkçûna wan derkeve holê. Dem dema bicihanîna soza kum e daye rêhavên jiyana xwe ji dest daye ye.”
‘WÊ EV AX HELBET AZAD BIBE’
Piştî Yuksekdag, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamuran Yuksek axivî û destnîşan kir ku di şexsê kesên jiyana xwe ji dest dane de bi vê têkoşînê dê gel bigihije azadiyê. Yuksek anî ziman ku ev ax dê rojekê teqez azad bibe û wiha got: “Em ê vê têkoşînê her berdewam bikin. Sed sal ewilî gelê ermenî û elewî hatin qetilkirin. Xwestin bixin nav lepên xwe û rejîmek dîktator ava kirin. Lê ev sad dê ne wekî sedsala borî be. Kurd, Ermenî, Elewî û gelên din wê destûrê nede vê.”
‘WALIYÊ ENQEREYÊ JI BO ÇI COLEMÊRGIYAN BI RÊ VE BIBE’
Yuksek destnîşan kir ku ev sedsala dê bibe sedsala kesên bindest û wiha berdewam kir: “Ne bi netew-dewletê, em bi neteweya demokratîk dixwazin Kurd, Tirk, Çerkez, Laz, Erep, Ermen, Elewî, Misilman û Sunî bi nasnameyên xwe bijîn. Ev jî nêzîk e. Pêvajoya ku em ê bi pêş bixin an wê me azad bike, an jî dê me bi koletiyê re mehkûm bike. Ji ber vê jî divê em têkoşînê qels nehêlin. Ji ber çi waliyeke ji Enqerê tê tayînkirin me birêve bibe? Ka bila kerem bikin werin hilbijartinan. Ka bila Colemêrgiyan bipirsin ew xweseriya demokratik dixwazin an dixwazin Enqere wan bir ê ve bibe? Ji ber vê jî kanûnên nû divê.”
‘HÛN TENÊ DIKARIN DÎWARAN HILWEŞÎNIN!’
Yuksek diyar kir ku ji ber van sedeman AKP bi tank û topên xwe dikeve bajaran û wiha got: “Hûn tenê dikarin dîwarên me hilweşînin. Hûn nikarin têkoşîna demokrasî û agirê azadiyê di dilê gel de hilweşînin. Hûn ê di bin dîwarên ku hildiweşin û xwîna ku dirijînin de bimînin. Ev Têkoşîn dê her bi ser bikeve. Çawa ku me li Kobanê dest da hev dû û em ê careke din dest bidin hev.”
PAYLAN: KESÊN GEL QETIL KIRIN, WEKHEVÎ JÎ JI KURDAN RE ZÊDE DÎTIN
Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Garo Paylan jî axivî û destnîşan kir ku ermenî û suryaniyên beriya niha li vê welatî dijiyan tenê wekheviyê dixwestin. Paylan da zanîn ku bapîrê wî jî wekheviyê dixwest lê belê hin kes li hember vê derketin. Paylan bi lêv kir ku kesên wan gelan qetilkirin, wekheviyê jî li Kurdan zêde dîtin û wiha axivî: “100 sal in zilm berdewam dike. Hemû bawerî ligel HDP’ê hatin gel hev. Ew ji ber vê ditirsin. Me zîrekiya xwe da hev dû. Li hember qesrê wekheviyê em ê ava bikin. Kesên xwe li hember vê ranagirin jî tirs û zilmê berdewam dikin. Lê di 1 Kasimê de dê careke din têk biçin.”
‘RÛYÊ WAN ÊDÎ AŞKERA YE’
Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Alî Kenanoglu jî li ser wekheviya nasname, bawerî û gelan sekinî û got ku zalimên vê welatî bi bawerî û zimanan gelan ji hev cuda dike. Kenanoglu diyar kir ku saziyên elewiyan biryar dane ku ji vir pê de dê bi gelên Tirk, Kurd, Laz û Çerkezan re bimeşin û wiha pê de çû: “Em dikarin wiha bi ser bikevin. Em dikarin wan zaliman di zilmê wan de bixeniqînin. Ji ber vê jî civaka elewiyan bi we re ye. Ne Kurd, ne Tirk, ne Elewî, yên 10 sal ewilî ne. Baş tê zanîn ku zilm ji ku derê tê. Em ê hêj wan bitirsînin.”
‘EM Ê HETA DAWIYÊ BIBÊJIN AŞTÎ'
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Saruhan Oluç jî di dawiyê de axivî û wiha got: “Kesê li qesrê rûdinê kesê herî bêwijdan e. Hê jî bawer dike ku dê hikmê li me bike. Lê me di hilbijartinan de bersiva xwe da. Em ê bi têkoşîna hevpar a gelan re aştî, dad û demokrasiyê înşa bikin. Wan di hilbijartinan de rêvebiriya yekparêz dixwest. Wan dixwest hemû raye di destê kesekê de bin. Lê me jî got divê raye ya gel be û yên herêma bin. Em bi 80 parlementeran ji Enqerê veqetin dê bi 100 parlementeran vegerin. Li hember kesên dibêjin heta dawiyê şer, em ê jî bibêjin heta dawiyê aştî.”
Piştî axaftinan heyet bi çepik û tîlîliyan ji Colemêrgê veqetiya û ber bi navçeya Geverê ket. Heyet wê li wir jî hin lêkolînan bike û piştre derbasî navçeya Şemzînanê bibe.