Yuksekdag: Heya ku Pirsûs neyê ronîkirin mekanîka darbeyê nikare were beralîkirin

Yuksekdag tevlî çalakiya bîranînê ya ji bo Komkujiya Pirsûsê bû û got, ji bo ku pêvajoya darbeyê were beralîkirin divê komkujî were ronîkirin.

Di salvegera pêşî ya Komkujiya Pirsûsê de, ji bo ciwanên sosyalîst ku di komkujiyê de jiyan xwe ji dest dayin, li Navenda Çanda Amarayê çalakiya bîranînê hate li dar xistin.  Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag, parlamentera HDP’ê Feleknas Uca, Hevserokê SGDF’ê Ozan Yuzgeç, xaziyên teqînê, nasên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayin, hevalên wan, rêveberên Partiya Sosyalîst ên têne Çewisandin (ESP) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û rêveberên navçe û bajêr tevlî çalakiyê bûn.
Yuksekdan bi bîranîna kesên ku jiyan  xwe ji dest dayin dest bi axaftina xwe kir û diyar kir, beriya bi salekê pêvajoya tarî bi vê hatiye destpêkirin.
Yuksekdag diyar kir ji bo ku pêvajoya darbeyê, krîz û kaos were fêhmkirin û çareserkirina pirsgirêkên heyî divê berê me li komkujiya Pirsûsê be û wiha pê de çû: 
 ‘JI BO XEWNA MEZIN A KESÊN ÇEWISANDÎ BI RÊ KETIN’
‘’Xewn û xeyal û bêrîkirin mirovan di ber rêwitiyên mezin re dike. 33 rêwiyên xewnerojkan jî ketibûn vê rêya xewneroşkan ku dixwestin bihêrifînin. Her tişt beriya niha bi salekê dest pê kir. Li helêkê hin kes hebûn ku berê wan li xewneroşka mezin a mirovahiya çewisandî bû û li hêla din jî hin kesên ku dixwestin vê bikin şevreşk; ku dixwestin jiyanê li hemû gelê Rojhilata Navîn bikine şevreşk. Li Rojava, li nav wî şerî û kaosê hin kes hebûn ku destê xwe bi wekheviyê, bi aştiyê ve kiribûn. 33 rêwiyên xewneroşkan jî, di nav vê kabûsê de, ji bo ku xewneroşka mezin a çewisandiyan derxînin holê bi rê ketin. Hemû gelên herêmê, çewisandî, deshilatdariya siyasî ya ku bi zext û zordariyan û bi şer hatibû deqkirin, avaniyên faşîst û paşverû ev xewneroşka paqij ranegirtin. Piştî ku salek di ser re bihurî, em li pey heman xewnerojkê ketine. Dersa herî girîng a ku 33 şehîdên aştî û demokrasiyê daye me ev e.’’
 ‘KU BERPIRS DIYAR NEBIN DARBE TÊK NAÇE’
Yuksekdag got, heke berpirsên komkujiya Pirsûsê neyên dîtin wê pêvajoya darbeyê ya li Tirkiyê wê têk neçe û diyar kir, ‘’Bi me, ev rastî ji hêla desthilatdariya ve nehatiye dîtin. Heya ku ev rasteqînî neyê dîtin, ev mekanîka darbeyê wê raneweste, nikaribe were rawestandin. Beriya bi salekê dema ku zemîna demokratîk derketî holê, ev komkujiya ku ketî rojevê, ji bo ku têkoşîna demokrasiyê li Tirkiyê were şikandin, hate pêkanîn. Kesên ku Komkujiya Pirsûsê pêk anîn û destên ku di nav de hene, ji bo ku gelên Tirkiyê hev hembêz nekin û neyên gel hev ev komkujî pêk anîn.
Yuksekdag bi bîr xist, piştî komkujiya li Pirsûsê li Tirkiyê her roj komkujî, mirinên nû pêk hatine û amaje pê kir, gelên Tirkiyê bi komkujiyan, mirinan û herî dawî bi pêvajaya darbeyê re hevrû bûye. Yuksekdag got, ‘’Heke li van xakan ji bo mirovahiyê, gelên me wê tiştên baş pêk  werin, divê li ser zemîna demokrasiyê û azadiyê em bigihin hev. Ciwanên sosyalîst beriya bi salekê ev gotin.’’
Yuksekdag got, li cihekî wiha, kesên ku bi tiran, qemyonan çekan dişînin, kesên pirtûk û pêlîstokan hildigirin, dişînin mirinê, mirov wê ne di ewlehiyê de bin û diyar kir, ‘’Ji bo ku pêşî li vê dînîtiyê were girtin divê nirxên demokratîk werin bicihkirin. Heke bibîranîna miriyan qedexe be, li van xakan jiyîna bîranîna wan qedexe be, tundî û mirin serbest be, ti desthilatdarî wê ne di ewlehiyê de be. Te divê bila qesr be te divê bila koşka we be, te divê bila biryargeh, koşk û qereqolên we bin, bi tundiyê û şer ewlekarî pêk nayê. Bi Amûrên zext û zordariyê ti desthiatdarî nikare hebûna xwe bidomîne. Li van xakan divê şert û mercên siberoj û ewlekariya gelên Tirkiyê ku alaya demokrasiyê, aştî û azadiyê hildigirin, were pêkanîn.’’
YUZGEÇ: JI BO GELAN BÛNE PIR
Di bîranînê de Hevserokê SGDF’ê Oguz Yuzgeç axaftinek kir. Yuzgeç diyar kir, ciwanan dixwestin ku bajarekî ji nû ve ava bikin û wiha pê de çû: ‘’Di xeyalên wan de keştî nîn bûn. Wan xeyal dikir ku ji bo mirovihê bê dudiliyekê canê xwe fida bikin. Ji bo vê jî, em ji wê rojê ve adaletê dixwazin. Hevreyên me yên ku dixwestin Kobanê ji nû ve ava bikin, di navbera Kurd û Tirka de bûne pir. Ev pir pireke wiha ye ku, çi kesê azadîxwaz û adaletxwaz dikare ragire. Li van xakan 33 dilên ciwan hebûn ku ji bo azadiyê bedena xwe dan. Em bîranînên wan, bedenên wan bi bêrîkirinê hembêz  dikin.’’
Piştî bîranînê malbat û yên li gel wan, çûne Şehîdgeha Kobanê, ser gorna Kasim Deprem û Osman Çîçek ku di komkujiyê de jiyan xwe ji dest dabûn.