YPS û YPS-Jin li Hezexê rê kontrol dike

Hêzên YPS û YPS-Jin li Hezexê rê kontrol kirin, têkîldarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gel agahdar kirin.

Hêzên YPS û YPS-Jin ên bi mehan e li navçeya Hezex a Şirnexê taxên Yenîmahalle û Tûrgût Ozal diparêzin, berxwedanên xwe bi rê û çalakiyê cuda didomînin.

Hêzên YPS û YPS-Jin li rêyên di derketina Hezexê de diçin gundan rê kontrol kirin, têkîldarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gel agahdar kirin.

Piştî kontrolkirina rê, berxwedêran konfetî teqandin, bi stranên şoreşgerî ve govend gerandin û çalakiya xwe bi dawî kirin.