YPS: Li Sûrê 9 çete hatin kuştin
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê ragihand ku di şerên li Sûrê pêk hatin de 9 çete hatin kuştin.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê ragihand ku di şerên li Sûrê pêk hatin de 9 çete hatin kuştin.
Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sîvîl (YPS) diyar kir ku berxwedana li hember êrîşên topyekûn ên hêzên dewleta Tirk ên li ser bajarên Kurdistanê yên ku xwerêveberî lê hatine îlankirin berdewam dikin.
YPS têkildarî şerên ku pêk hatin ev agahî da:
“Roja 3’ê Çileyê di saetên 14:30–15:00’an de danê nîvroyê çeteyên Qesrê ên li gundê Xirber Şeref ê girêdayî Hezexê ku xwestin di avahiya ku amade kirin de bi cih bibin, çalakiya ku yekîneyên me li hember wan li dar xistin de tevahî îmha dikin. Jeneretor ku li vir bi cih jî hatibû kirin şewitî û îmha bû.
3’ê Çileyê piştî nivroyê çeteyan xwestin li derdora Mizgefta Çar Ling a li Sûrê êrîşî yekîneyên me bikin şer derket. Di şer de leşkerek hat kuştin. Dîsa li vir jî kepçeya ku dixwest rê veke bû hedef û bêkêr bû. Piştî 2 saetan nikarin kepçeyê bi alîkariya vîncê kepçe hat rakirin.
Di heman rojê saetên sibehê de li derdora Paşa Hanimê şer derket. Di vî şerî de 2 leşker tên kuştin. Dîsa di saetên nîvroyê de şer li vîr dijwar dibin. Li ser dijwarbûna şer li vir 5 leşkerên din tên kuştin. Li vir bi zelalî 7 çete hatin kuştin. Di şerê li vîr de 2 çente ketin destan. Di van çenteyan de pêdiviyên jiyanê û belgeyên operasyonan hatine bidestxistin. Di belgeyan de operasyonên li Sûrê didomin operasyona BAYRAK-12 Sûr nivîsandiye.
Her wiha duh saetên danê nîvroyê di navbera Taxa Hisarli û Firina emniyetê de şer derketiye û di vî şerî de leşkerek hat kuştin.
Di encama êrîşa hewanan ê hêzên dewletê de zarokek 14 salî jiyana xwe ji dest daye”
YPS diyar kir ku di van şeran de şervanekî YPS’ê jiyana xwe ji dest da û wiha anî ziman: “ Di şerê 2’ê Çileyê de şervanekî me şehîd ket. Hevalê me Piling di refên pêş ên berxwedana Sûrê de cih girt û xwedî seknekî bi mînak bû. Di kesayeta hevalê Piling de tevahî şehîdên di refên berxwedanê de şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin û soza biryardariya tekoşînê didin.
Di daxuyaniya YPS’ê de wiha hatibû aşkerakirin: “Disa 1’ê Sibatê di çalakiya li derdora Sûka Mast 6 leşker hatibûn kuştin.” Hat gotin di vê çalakiyê de 2 leşkerên din jî hatin kuştin.
NASNAMEYA ŞERVANÊ YPS’Ê
Nasnameya şervanê YPS’ê yê jiyana xwe ji dest dayî wiha ye:
Nasnav: Piling Erîş
Nav û Paşnav: Mahmût Orûç
Navê Dayik û Bav: Bedîa – Asef
Dîroka Jidayikbûnê: 1993/ Sûr- Amed