YPS Gever jî hate îlankirin

Li dijî êrîşên hêzên dewletê gelê Kurd parastina cewherî xurttir dike, piştî Cizîr, Nisêbîn, Silopiya û Sûrê li Geverê jî YPS Gever hate îlankirin.

Li dijî êrîşên hêzên dewletê gelê Kurd parastina cewherî xurttir dike, piştî Cizîr, Nisêbîn, Silopiya û Sûrê li Geverê jî YPS Gever hate îlankirin.

Li bajarên Kurdistanê ku mehan e hikûmeta AKP'ê li dijî gel qatlîaman pêk tîne. Li dijî êrîşên hêzên dewletê gel jî her diçe berxwedanê xurttir dike. Piştî Cizîr, Silopiya, Nîsêbîn û Sûrê, li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bi merasîmek coş hat îlankirin. Li qada merasîmê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPS'ê hatin daliqandin. Bi merasîmê yekîneyên "Şehîd Memyan", "Şehîd Rozerîn" hatin avakirin.

'DEWLETÊ BI QIRKIRINÊ BERSIV DA DESTÊN AŞTIYÊ'

Piştî rêzgirtin û xwendina sirûda "Ey raqîb" Fermandarê YPS’ê yê Geverê Êrîş Gever axivî û bi bîr xist ku wek ciwanên Geverê dizanin ku salan e, dewleta Tirk li ser gelê Kurd operasyonên îmha û qirkirinê dimeşîne, her çiqas gelê Kurd destên aştiyê dirêjî dewleta Tirk kir wan êrîşî Kurdan kirin û Kurd qetil kirin.

'EM Ê XWERÊVEBERIYAN BIPARÊZIN'

Gever bal kişand li ser berxwedana gelê Kurd a li hemberî şerê AKP’ê, tevahî ku li Kurdistanê 6 meh in dimeşîne û got ku 6 meh in hikûmeta AKP’ê li Kurdistanê operasyonên îmha û înkarê dikeç Ji ber vê wek ciwanên Geverê ew ê bi baweriyek xurt li hemberî tank û topên AKP’ê şer bikin û xweparastinê  pêş bixin. Gever da zanîn ku li ser axa xwe ew ê rêxistina xwe xurt bikin. Gever bilêv kir ku ew ê bi YPS'ê ve xwedî li xwerêveberiyên ku gelê Kurd îlan kiriye derkevin û biparêzin.

Gever got ku heta ku jiyana azad bê rûniştandin ew ê li ber xwe bidin û wiha axivî: "Li hemberî her windahiyê gelê Kurd wê YPS bi hezaran şervanan bigire nava xwe. Xeyalên şehîdên xweseriyê yên Memyan, Rozerîn, Herekol û Diyar pêk bînin."