YPS'ê li Fermandariya Artêşê ya li Wanê xist
Hêzên YPS'ê li hemberî Fermandariya Artêşa Tirk ali Wanê xist. Koordînasyona Giştî ya YPS'ê li ser çalakiyê daxuyaniyek weşand.
Hêzên YPS'ê li hemberî Fermandariya Artêşa Tirk ali Wanê xist. Koordînasyona Giştî ya YPS'ê li ser çalakiyê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya Koordînasyona Giştî ya YPS'ê de ev agahî hatin dayîn:
"Êvara 17'ê Tîrmehê saet di 22:00 de yekîneyên me yên berxwedanê bi çekên giran li hemberî Fermandariya Artêşê ya li Wanê çalakiyek pêk anîn. 4 roket li fermandariyê ket. Der barê hejmara kuştî û birîndaran de agahiyek zelal bi dest neket. Gelek ambûlans hatin cihê bûyerê û mirî û birîndar rakirin.
18'ê Tîrmehê saet di 01:30 de li navenda Wanê, li hemberî polîsên AKP'ê yên li taxa Cûmhûriyetê çalakî hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de derb li 2 maşînên zirxî hat xistin. 3 polîs li vir birîndar bûn."