YPG nasnameyên 2 şervanan xwe eşkere kirin
Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameyên 2 şervanên xwe yên di şerê gundê Maliha de jiyana xwe ji dest dan eşkere kir.
Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameyên 2 şervanên xwe yên di şerê gundê Maliha de jiyana xwe ji dest dan eşkere kir.
Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên têkoşer Yasir Misaawî (Kurtay Hesekê) û Selman Hemîd (Rodî) ku di berxwedana gundê Maliha de jiyana xwe ji dest dabûn ragihand.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
“Jiyana watedar bi têkoşînê tê bidestxistin. Li welatê me bi salên dirêj e ji bo jiyana watedar û azad tevgera azadîxwaz têdikoşe û bedelên giran dide. Li Rojavayê Kurdistanê jî ciwanên Kurd û Ereb bi şopdariya xwe ji wê dozê, xwe nas dikin, ji bo nasname û hebûna xwe şer dikin û li beramberê êrîşan li ber xwe didin.
Ji van ciwanên azad rêheval Kurtay Hesekê û Rodî ne, ku di 8 û 9’ê Mijdarê de şehîd bûne. Her du şehîdên ciwan ji bajarên Hesekê û Şedadê yên Kantona Cizîrê beşdarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûn û perwerdeyên xwe yên bingehîn jî li wir dîtin. Çeteyên DAIŞ’ê ji bo ku fişara di encama Pêngava Rizgarkirina Reqayê (Xezeba Firatê) li ser wan ferz bûye rakin, bi hemû cûre çekên giran erîşê bejahiya başûrê bajarê Şedadê kirin.
Lê belê êrîşên wan careke din rastî bersiv û berxwedaniya şervanên Kurd û Ereb yên YPG hat. Di şer de hevalên me Kurtay û Rodî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.
Weke YPG em bejna xwe li ber hemû şehîdên şoreşê ditewînin û soz didin ku em ê her tim ji bo jiyaneke azad têbikoşin. Wê têkoşîna şehîdan rêya me ronî bike.”
Nasnameya şervanan wiha ye:
Nav û Paşnav: Kurtay Hesekê
Navê Rast: Yasir Misaawî
Navê Dayikê: Ezîza
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: 09-11-2016 / Şedadê, Gundê Malha
****
Nav û Paşnav: Rodî
Navê Rast: Selman Hemîd
Navê Dayikê: Fatima
Navê Bav: Yasîn
Cihê Jidayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: 08-11-2016 / Şedadê, Gundê Malha