YPG nasnameya 2 şervanên xwe aşkera kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 şervanên xwe, aşkera kir.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 şervanên xwe, aşkera kir.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê îro bi daxuyaniyekê nasnameya 2 şervanên xwe Menhel Xidir El-Hîlal (Şah Qamişlo) û Dijwar Xelef (Ferhad) aşkera kir.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
“Du rêhevalên me di dema pêkanîna erkên xwe di encama du qezayên cuda yên li bajarokên Til Birakê û Holê gihiştin şehadetê. Em şehadeta van rêhevalan windahiyek mezin dibînin.
Em wek Yekîneyên Parastina Gel (YPG), di serî de ji malbata her du şehîdan re, gelê me yê qehreman re sersaxiyê dixwazin û soza pêkanîna armanc û hêviyên wan bi azadiyê û wekheviyê pêk bînin. Bîranîna wan ronahiya rêya me ye.”
Nasnameyên şervanan wiha ye:
Nasnav: Şah Qamişlo
Nav û Paşnav: Menhel Xidir El-Hilal
Navê Dayikê: Telce
Navê Bav: Xidir
Cihê Jidayikbûnê: Mecrênat
Cih û Dîroka Şehadetê: Hol 17-1-2016
***
Nasnav: Ferhad
Nav û Paşnav: Dijwar Xelef
Navê Dayikê: Ferîda
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Til Birak 18-1-2016