Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî têkildarî êrîşên li ser Taxa Şêx Meqsûd agahî parvekir û diyar kir ku 5 çete hatin kuştin, 3 birîndar û çeteyek jî hatetiye girtin. Her wiha çeteyên DAIŞ’ê jî bi wesayîtekî zirxî xwest êrîşî gundê ŞEmseddîn bike lê ev êrîşa hate pûçkirin.
YPG’ê ev agahî parvekir: “12’ê Mijdarê çeteyên giredayî Koalîsyona Sûrî li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê êrîşek lidarxistin. Bi destwerdana hêzên me li vê qadê şerekî dijwar rû da. Di encama vê şerî de çeteyan tekçûn û paşve rêviyan. Di vê şerî de qasî hat zelal kirin 5 çete hat kuştin û 3 çete jî hat birîndarkirin. Heman demê de çetekî jî bi awayekî birîndar ket destê hêzên me.”
YPG’ê destnîşan kir ku komên çeteyan heman rojê bi çekên giran û topên hawanan êrîş birin li ser Girê Cindirêsê jî.
YPG’ê diyar kir ku 13’ê Mijdarê saet 06.30’an de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran û wesayîtekî zirxî bi tîpa BMB û panzer êrîş birin li ser gundê Şemseddîn a dikeve Rojhilatê Başûr a Bendava Tişrîn a giredayî Kobanê. Bi bersiv dayina hêzên wan ve li gund şerên dijwar rû da.
Di encama vê şerî de çeteyan tekçûn û paşvê rêvîn. Hejmara kuştî û birîndarê çeteyan a di vê şerî de nehat zelalkirin.