YPG: Li Eyn Îsa û Bendava Tişrînê çeteyan derbeyeke mezin xwarin
Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku li Bajaroka Eyn Îsa û li Rojhilatê Başûr ê Bendava Tişrînê 14 çete hatine kuştin û 8 jê jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku li Bajaroka Eyn Îsa û li Rojhilatê Başûr ê Bendava Tişrînê 14 çete hatine kuştin û 8 jê jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandin YPG’ê ji eniya şer bi daxuyaniyekê agahiyên dawî ragihandin. Di daxuyaniyê de tê gotin êrîşên komên çete yên di bin bavê Koalîsyona Sûrî de berdewam in û li Herêma ku dikeve Navbera Bajaroka Eyn Îsa û Rojhilatê Başûr ê Bendava Tişrînê 14 çete hatine kuştin û 8 jê jî birîndar bûne.
Daxuyaniya ku ji hêla Navenda Ragihandina YPG’ê ve hatiye dayin bi vî rengî ye:
‘’ Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên di bin banê koalîsyona Surî de tevdigerin wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suriye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê berdewam dike.
Komên çeteyan şevê din li dijî taxa Şêx Meqsûd bi topên hawan û cehenemê bombebaranek lidarxistin. Çeteyan di heman demê de ji herêmên Muxaberat, Eşrefiyê û gundê Pîno êrîş birin li ser tax û li van herêman şerên dijwar rû dan. Hêzên me yên ku li nêzî gundê Pîno maşînekî leşkerî ya çeteyan derbkirin li herêma Eşrefiyê 1 û herêma Muxaberat jî 2 çete kuştin.
Şevê din komên çeteyan bi çekên giran li dijî çeperên hêzên me yên li ser sînora Efrîn û Ezazê jî êrîşek li dar xistin. Hêzên me jî di heman astê de bersiv dan êrîşên çeteyan.
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî herêma dikeve navbera bajaroka Eyn Îsa û rojhilatê başûr a bendava Tişrînê berdewam dike. Hêzên me êrîşên çeteyan a li dijî gundê Kadriyê û Kurdîşan şikandin û piştre jî li van herêman de xebatê lêgerînê meşandin.
Di şerê van herêman de doçkakî û motorek a çeteyan hat ruxandin û qasî hat zelalkirin 14 çete hatin kuştin û 8 çete jî hat birîndarkirin. Hêzên me li vir çetekî dîl girtin û dest danîn li ser 3 kleş û rextêkî teqemenî barkirî.”