Navenda ragihanina YPG’ê bi daxuyayaniyeke nivîskî diyar kir ku fermandar Hîwa Sinê û 4 şervan şehîd ketine û diyar kir şerê wan ê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bidome.
YPG’ê di daxauyaniyê de bal kişande ser fedakariya fermandar Hîwa Sinê û got, ‘’Rêhevalê m Hîwa di hemû qadên zor û zehmet de têkoşîneke bêhempa da meşandin, girêdan wî bi xak û welêt re hişt ku berpirsyariya wî her tim giran be. Bêguman fermandarekî mîna şehîd Hîwa her tim bi lehengiya xwe li qada cengê dihate naskirin.’’
Di daxuyniyê de tê gotin cihê ku fermandar Hîwa lê bûye hevalên wî qet nediketin dudiliyê û her tim serkeftin esas dihate dîtin û bi rûkeniya xwe her tim ji hevalên xwe yên şervan re bûye hêz û moralekî mezin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandina YPG’ê ya der barê fermandar Hîwa Sinê de tê gotin, Şehîd Hîwa li hemû qadan li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê yên hov sekneke dîrokî nîşan daye û bê navber di hemû eniyan e tirs û xof kiriye dilê neyaran û ji korîdora Şengalê ta bi Ceza, ji serkeftina Til ,Hemis ta bi Til Berak û ji vekirina Korîdora di navbera Kantona Cizîrê û Kobanê û ta bi rizgarkirn bajarokê Hol û Şedadê dastanê lehengî û qehremaniyê nivisaniye. Bi berdewamî di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku fermandar Hîwa Sinê tim bi devlikenî hêzên wan ber bi serfketinê birine û li hemberî teslîmîyet, îxanetê tu carî serê xwe netewandiye, vi vîna xwe ya azad gihiştiya roja îro.
Îro dîsa em rêhevalek xwe tevlî karwanên şehîdan dikin, ew jî fermandar Hîwa Sine ye, fermendarê me yê mezin ku mîna Rubar Qamişlo, Çekjînan, Dilovanan û Gelhatan ewê ku karîbun bi salan ji bo şoreşa gelê kurd fedekarbin."
Daxuyaniya Ragihandina YPG’ê ya der barê şehadeta fermandar Hîwa Sinê e û 4 şervanên din de wiha ye:
‘’Dema Çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî pêngava Minbicê hêz winda kirin û derbên giran xwarin û li herêma sînor a Federasyona Rojava-Suriye ye Bakur bi êrîşên yekser gelê sivîl hedef girtin û li herêma ku dikeve navbera bajaroka Eyn Îsa û rojhilatê bakur a bendava Tişrînê ya giredayî Kobanê Çeteyan li vê herêmê ketin 6 gundan û yekser êrîşî gelê sivîl kirin.
Piştî agahiya êrîşê hat hêzên me, Rêhevalê me Hîwa Sine û hin hevalên xwe di Sihara 16'ê Tîrmeha 2016'an bêyi ku dem di ser re derbas bibe, berê xwe dan van qadan bi armance xilas kirine sivîlan ji hovîtiya DAIŞ’ê û bi lehengiyê jiyana xwe terxanî doza mirovahiyê dike û bi vî awayî bi 5 hevalên xwe re, 4 ji wan di nava refên YPG’ê de cih digirtin û hevalek di nav refên Siwar Minbic de cihe xwe digirt tevlî kerwanê şehîdan dibin.
Heval Îbrahîm jî nav Tevgerî Azadîye de li pay doza welat salên direj bi fedakarî kar û xebat meşand. Herî dawî jî cihê xwe di ji nû ve avakirina Kobanê de digirt û rolekê sereke dileyist. Heval Îbrahîm jî bo ku erkê xwe pêk bîne di van qadan de bi qahramanî li hemberî DAIŞ’ê şer kir û gihişt kerwana şehîda.
Di dawiyê de ji bo tolgirtina şehîd Hîwa û hemû şehîdên şoreşê em wek Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin soza tolhildanê em ji xwe re esas digirin, wendakirina fermandarek mîna şehîd Hîwa cihê xemgîniyê ye, ji bo wê jî em sersaxî ji malbata şehîd û ji hemû gelê xwe re dixwazin.’’
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nasnav: Hîwa Sine
Nav û Paşnav: Wirya Mihemedî
Navê Dayikê: Selma
Navê Bav: Hebîbulah
Cihê Jidayikbûnê: Sine
Cih û Dîroka Şehadetê: 16.07.2016 Bendava Tişrin gundê Sêgelo
Nasnav: Îbrahîm
Nav û Paşnav: Remzî Tandurglû
Navê Dayikê: Seedat
Navê Bav: Nesret
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Cih û Dîroka Şehadetê: 16.07.2016 Bendava Tişrin gundê Sêgelo
Nasnav: Egîd Rêdur
Nav û Paşnav: Ferhat Sonmez
Navê Dayikê: Aynur
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Muş Bulanık
Cih û Dîroka Şehadetê: 16.07.2016 Bendava Tişrin gundê Sêgelo
Nasnav: Sêro Kobanê
Nav û Paşnav: Sêro Misto
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Fehed
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: 16.07.2016 Bendava Tişrin gundê Sêgelo
Nasnav: Xebat Berxwedan
Nav û Paşnav: Badîn Badîn
Navê Dayikê: Hewa
Navê Bav: Badîn
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: 16.07.2016 Bendava Tişrin gundê Sêgelo