BI DÎMEN

YPG: Fermandar Hisên Çawîş bû sembola Şoreşa Rojava

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku Fermandarê wan Hisên Çawîş gihiştiye şehadetê.

Navenda Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê şehadeta hevriyê xwe Herekol (Hisên Çawîş) ragihand û wiha got:“Hevriyê me Herekol bû semobola şoreşa Rojava.”

Fermandariya Giştî têkildarî hevriyê xwe Herekol (Hisên Çawîş) ev agahî parve kirin:

“Hevriyê me Herekol (Hisên Çawîş) dema ku li peywireke şoreşgerî ya ji bo bîranîna şoreşa 19’ê Tîrmehê bû, gihişt şehadetê û bû sembola rasteqîne ya têkoşîna şoreşa Rojava. Hevrê Herekol ji wan kesên ku destpêkê îmzeya xwe li rûpelên dîroka şoreşa Kurdistanê da.

Hevrê Herekol endamê Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel bû, wê di dilê gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyên civaka Rojava de zindî bimîne. Ew di meşa xwe ya şoreşgerî de bûbû sembola dayînê ya şoreşgertiyê û bi vê yekê serkeftinên mezin pêk anî , hemû kesên şoreşger û xwedî şeref pê serbilind in.

Fermandarê dilnizm ku fedakariya wî wekî agirê şoreşê yê bênavber bi qasî dirêjahî û firehiya welat pêxistiye, bêsînor bû.

Hevrê Herekol mîna hevriyên xwe di dawiya vê sedsalê yên mîna Îsmayîl, Medenî û Mihyeddîn ku di vê rêyê de şehîd bûne, ji pêşengên kesên ku tevlî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bûne. Rastî û prensîbên şoreşgeriyê li akademî û dibistanên vê tevgerê nas kiriye û li her qadeke têkoşînê, mora xwe lê xistiye.

Di demeke herî dijwar de qadên şer ê germ hilbijart û li çiyayên Kurdistanê wekî şervanekî tevlî nava refên gerîla bû. Ew hem fermandar, şervan, mamoste û organîzer bû. Piştî ku birîndar bû dîl hate girtin û 15 salan di girtîgehê de ma. Di girtîgehên faşîstan de bi bawerî berxwedaniyeke hişk nîşan da. Wî karîbû ezmûna şoreşgerî ya herî zehmet “Girtîgehê” derbas bike û serketinên mezin pêk.

Piştre bi rêhê berxwedaniya zindanan ji girtîgehê derket û berxwedaniya gerîlatî têkoşîna xwe ya di nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dewam kir. Li Rojava jî li gorî mercan ji bo pêvajoyeke xurt amadekarî dihatin kirin. Hevrê Herekol dema ku li Sûriyeyê rûdan û bûyerên derdiketin, bêyî dudilî bi hemû hêza xwe ya têkoşîn û berxwedaniyê tevî tecrûbe û zanebûna xwe beşdarî tevgera şoreşgerî ya li Rojava bû ku guhertinên pêwîst li gorî nerînên şoreşgerî yên rasteqîne pêk werin. Ew yek ji damezrênerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bû. Di nava tevgerê de rêveberî û berpirsyartiyên bêyî sînor û di hemû astan de li xwe girt. Bi zanebûna xwe ya teorîk û şoreşgerî karîbû ji bo avakirina mirovê nû û civaka nû ya demokratîk û azad bibe pêşengê rasteqîn.

Hevrê Herekol bi awayekî çalak beşdarî hemû amadekarî û xebatên di hemû ast û waran de hem li qadên leşkerî, siyasî, ramyarî û çapemeniyê yên şoreşa 19’ê Tîrmehê bû. Ew bi rastî jî, ji bo şoreşa pêşketinê ya Rojava hafîzeyek bû. Wî xwest ku beşdarî xebatên avakirin, perwerdekirin û pêşxistina Yekîneyên Parastina Gel bibe. Wî rola têkoşîna çekdarî di xêzkirina pêşeroja gelan de bi taybet di wan rojên zehmet de baş dizanîbû.

Di heman demê de ji bo xwişk û biratiya gelan û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên civaka Rojava û Sûriyeyê de bû semboleke çalak. Wî şervanên Yekîneyên Parastina Gel ên ji hemû pêkhateyan perwerde kir û ji bo jiyana hevbeş nimûneye rûniştî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwe dispêrê wê, ava kir. Hevrê Herekol bi xebatên xwe yên teorîk û pratîkî avakerên “Kelha Mezin” li Rojava ye.

Wekî Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) em ê bi nirxên ku heval, şehîd û fermandarê me Herekol parastina wan kiriye, girêdayî bin û soz didin ku ji bo armancên ku wî ji bo wan têkoşîn dikir, pêk bînin.

Wê şehîdê me yê mezin Herekol ji bo hemû heval û şervanên ji hemû pêkhateyan û li hemû qadan ajoyekî rûhanî yê mezin bimîne û ruhê şoreşa 19’ê Tîrmehê ku wî di kesayeta xwe bi terzekî şoreşgerî yê pêşketî afirand dewam bike.”

Nasnameya Fermandarê YPG’ê wiha ye:

Nasnav: Herekol

Nav û Paşnav: Hisên Çawîş

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Xelîl

Cihê Jidayikbûnê: Dêrik/ Gundê Beroj

Cih û Dîroka Şehadetê: 19.07.2016 Dêrik”