YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir

YPG’ê nasnameya şervanê xwe yên bi navê Kurtay Hesekê û Rodî yên ku di berxwedana Şedadê de jiayan xwe ji dest dabûn eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniye nivîskî nasnameya 2 şervanên xwe yên ku di berxwedana Şedadê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi raya giştî re parvekirin.

PG’ê di daxuyaniya xwe de têkildarî şeranan wiha got: “Ciwanên azad rêheval Kurtay Hesekê û Rodî di berxwedana Şedadê ku di 8-9’ê Mijdarê de şehîd bûne. Her 2 şehîdên ciwan ji bajarên Hesekê û Şedad ên Kantona Cizîrê beşdarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûn û perwerdeyên xwe yên bingehîn jî li wir dîtin.”

YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê ji bo ku êrîşên ku di encama Pêngava Rizgarkirina Reqayê (Xezeba Firatê) li ser wan tê meşandin, bi hemû cûre çekên giran erîşê bejahiya Başûrê bajarê Şedadê kirin. Lê belê êrîşên wan careke din rastî bersiv û berxwedaniya şervanên Kurd û Ereb yên YPG hat in. Di wan şeran de rêhevalên me Kurtay û Rodî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Herî dawî YPG’ê wiha got: “Weke YPG em bejna xwe li ber hemû şehîdên şoreşê ditewînin û soz didin ku em ê her tim ji bo jiyaneke azad têbikoşin. Wê têkoşîna şehîdan rêya me ronî bike.”

Nasnameya şervanên YPG’ê yên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ye:

 

Nasnav: Kurtay Hesekê

Nav û Paşnav: Yasir Misaawî

Navê Dayikê: Ezîza

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbuyînê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Malha - Şedadê / 09-11-2016

 ***

Nasnav: Rodî

Nav û Paşnav: Selman Hemîd

Navê Dayîkê: Fatima

Navê Bav: Yasîn

Cihê Jidayîkbuyînê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Malha –Şedadê / 08-11-2016