Yek ji komeleyên li gorî xala 11. a Qanûna Rewşa Awarte hatin girtin, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê ye, ku ji sala 2003'an û vir ve li navçeya Sûr a Amedê dixebitî. Vê komeleyê, tevî gelek şagirtên xwe, ji aliyê çand û hunera Kurd ve gelek karên girîng kir. Ji 2'ê Kanûan 2015'an û vir ve, tevî "qedexeya derketina derve" jî, komeleyê karê xwe bênavber meşand. Xebatkarên komeleyê, tevî gelê Sûrê gelek çalakî lidar xist û di dema dorpêçiyê de jî deriyên xwe qet negirt.
Dema bi tank û topan taxên navçeyê dihatin xerakirin, Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê daxuyaniyek dabû û gotibû, "Wê di çarçoveya plana çalakiyê ya Sûrê de, navendên ciwan û açndê bên vekirin û ev yek wê ji zarok û ciwanan re bibe çavkaniyeke îlhamê." Lê dûh yekane komeleya çand û hunerê ya Sûrê hat girtin.
'MALA ME JI ME STANDIN'
Zarokên ji Sûrê, ku li komeleya Dîcle Firatê perwerde didîtin, malên xwe mînak nîşan dan ku hê li wan qedexe ne û gotin, "Em ji xaniyên me derxistin. Niha jî cihê ku me ji bo xwe weke mal didîtin, ji me standin. Dûre wê li ser mala me navendekê çêbikin û bang li me bikin. Em dixwazin ev der vebe."



